Li Hesekê Şehîd Cûdî bi merasîmeke girseyî spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD'ê Mehsûm Hesen (Çekdar Cûdî) bi tevîbûna sedan kesî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê spartin axê.

Li Hesekê cenazeyê şervanê QSD'ê Mahsûm Hesen (Çekdar Cûdî) ê ku li ser erka xwe ya leşkerî şehîd bibû, ji aliyê sedan kesî ve ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtî pêk dihat ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê deqeyek merasîm bi deqeyek rêzgirtina gel û leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve destpê kir.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, endamê meclîsê Ebdulrezaq Ehmed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em bejna xwe li hemberî lehengên ku di oxira pêkanîna azadiyê de giyanê xwe feda kirine, ditewînin. Malbatên şehîdan ji bo parastina şoreşê, pêkanîna jiyaneke aştiyene û civakeke demokratîk û azad bê dudilî zarên xwe dan."

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya bajarê Hesekê Remedan Badînî jî soza şopandina rêya şehîdan dûbare kir û têkilarî şehîd Çekdar ev got: "Şehîd Çekdar berxwedêrek bû, yek ji sembolên şoreşê ye. Erka jê dihat xwestin bi rêkûpêk bi cih dianî. Em soz didin ku em ê xeta wî berdewam bikin ta armancê şehîd bicih bînin."

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîda nasnameya şehîd xwendin û radestî malbata wî kirin.

Cenazeyê şehîd Cûdî di nava diruşme û tilîliyên dayikan de spartin axê.