Li Eyn Îsayê sivîlek ji ber êrişa dewleta Tirk birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe gule li wesayiteke sivîlan a li ser rêya M4 a Eyn Îsayê barand. Ji ber êrişê sivîlek birîndar bû.

Li gorî agahiyan, serê sibehê saet di 07:30'î, dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li gundê Hoşanê ya navçeya Çelebî ya herêma Eyn Îsayê gule li wesayiteke li ser rêya M4 reşandin.

Ji ber êrişê sivîlê bi navê Ehmed Alî yê 25 salî yê ji Girê Spî birîndar bû.