Cenazeyê şervanê QSD’ê Birûsk Kobanê hat veşartin û 2 şehîd hatin bibîranîn
Xelkê kantona Firatê cenazeyê şervanê QSD’ê Birûsk Kobanê (Emar Mislim) veşartin û her du şehîd Botan (Ibrahîm Şawî) û Baran Çiya (Alan Alî) bi bîr anîn.
Xelkê kantona Firatê cenazeyê şervanê QSD’ê Birûsk Kobanê (Emar Mislim) veşartin û her du şehîd Botan (Ibrahîm Şawî) û Baran Çiya (Alan Alî) bi bîr anîn.
Girseya gelê kantona Firatê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Birûsk Kobanê (Emar Mislim) ê ku di 28`ê Gulanê de li Reqayê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê veşartin, her wiha şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê şehîd Botan (Ibrahîm Şawî) ê di 7`ê Kanûna 2024`an li Minbic de û gerîlayê HPG`ê Baran Çiya (Alan Alî) ê di 25`ê Gulana 2025`an li Zapê de şehîd bûbûn bi merasîmeke biheybet hatin bîranîn.
Bi sedan şêniyên kantona Firatê endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser bi bilindkirina wêneyên her sê şehîdan tevlî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê Sara Xelîl sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya wan nû kir.
Sara Xelîl anî ziman ku şehîd Birûsk, Botan û Baran ji bo parastina axa xwe canê xwe feda kir û wiha got: "Şehîdên me her tim bê dudilî têkoşîn kirin û heta kêliya xwe ya dawiyê li ber xwe da û têkoşiyan. Em ê jî her tim xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û şopdarê rêya wan bin."
Endamê Meclisa Leşkerî ya bajarê Kobanê Mihemed Oso diyar kir ku heta ku gel bigihêjin asta aramî û aştî ew ê tê bikoşin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em tu carî gavan bi paş ve naavêjin. Çawa ku şehîdên azadiyê heta kêliyê dawiyê li ber xwe dan, em ê jî heta dawiyê têbikoşin."
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Reqa Îtab Mihemed Dêf destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê rêya şehîdan bişopînin û got: "Şehîdên me ji bo azadî û parastina welatê xwe canê xwe feda kirin û her tim li hemberî dijmin têkoşîn dikirin. Em ê xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin."
Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîd Birûsk Kobanê bi dirûşma "Şehîd namirin" hate veşartin.