Cenazeyê şehîd Welat li Kobanê veşartin

Li Kantona Kobanê bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê şehîdê QSD'ê Welat Şaban (Welat Kobanê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Welat Şaban (Welat Kobanê) yê dema li Kobanê bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bûbû, li Kantona Kobanê bi merasîmekê girseyî li Goristana Şehîd Dîcle hate veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir.

Piştre hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Elî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Berxwedan û serkeftina me berhemên keda şehîdan e. Dijimên ku em şerê nirxê exlaq û mirovahiyê nas nake. Ji ber vê, ji me tê xwestin ku têkoşînê mezin bidin da ku azad û rûmeta xwe bidest bixin."

Gêlo Elî wiha domand: “Em deyndarê şehîdan in. Divê em xeta wan bişopînin."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Welat bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ hate veşartin.