BI DÎMEN

Li Bremenê meşa ‘Ji Yuksel Koçe re Azadî’

Kurdistaniyên li Bremenê girtina siyastemdar Yuksel Koç protestokirin û wiha bang li dewleta Elmanyayê kirin, “Li şûna girtina çalakvanên aştiyê pêvajoya aştiyê xurt bike.”

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê ku Hevserokê KCDK-E’yê yê serdema berê Yuksel Koç lê hat binçavkirin û girtin, bi daxwaza ‘Ji Yuksel Koçe re Azadî’ meşekî girseyî hate lidarxistin.

Kurdistaniyên ku bang li Dewleta Federal a Elmanyayê kirin ev bang kirin, “Li şûna girtina çalakvanên aştiyê pêvajoya aştiyê xurt bike.”

Di daxuyaniyên hatin kirin de hate diyarkirin ku Yuksel Koç di her astê de ji b o azadiya gelê xwe ked daye û hate destnîşankirin ku manîdar e ku Elmanya di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de siyasetmedarekî wiha digire.

Kurdistaniyên ku bang li Dewleta Federal a Elmanyayê kirin banga “Li şûna girtina çalakvanên aştiyê pêvajoya aştiyê xurt bike” kirin.

Çalakî piştî xwendina metna çapemeniyê ya Elmanî bi dawî bû.