ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Xelkê Dirbêsiyê li dijî êrîşên dewleta Tirk meşiyan
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin. -
Di êrîşa li Dirbêsiyê de 6 kes birîndar bûn
Di êrîşa li dijî hêzên Rûsya yên li ser rêya Hesekê-Dirbêsiyê hate kirin de, 6 kes birîndar bûn. -
Gel li Qamişlo, Tirbespiyê û Holê li dijî dagirkeriyê daketin qadê
Gel li Qamişlo, Tirbespiyê û Holê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan. Gel di heman demê de şehîdên Berxwedana Zindanê ya 14’ê Tîrmehê jî bi bîr anî. -
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Til Temirê hate protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Kurdistanê li navçeya Til Temir a Kantona Hesekê hate protestokirin. -
Li Kobanê bang li Konseya Ewlekariyê ya NY'ê hate kirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk bi kêmkirina ava çemê Firatê re li dijî mirovahiyê sûc dike û bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir. -
SÎHA'yan li Dirbêsiyê bombe li cihekî sivîlan barand -NÛ BÛ
SÎHA'yan li Dirbêsiyê bombe li devereke sivîlan barand. -
'Teqîna li Hesekê ne ji ber sedemeke ji derve ye'
Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser teqîna li Hesekê daxuyaniyek da û diyar kir ku îdîayên dibêjin "teqîn ji ber êrişa hewayî çêbûye" nerast e. -
Li Hesekê teqînek mezin pêk hat: 6 sivîl birîndar bûn-NÛ BÛ
Di saetên şevê de li bajarê Hesekê teqînek mezin pêk hat. -
Xelkê Til Berakê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
Bi sedan welatiyên Til Berak a naveya Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan. -
YPG: Hevrêyê me Şahîn Amed bi nexweşiya dil şehîd bû
Fermandariya Giştî a YPG’ê têkildarî şehadeta Şahîn Amed: “Şahîn Amed li seranserê Rojavayê Kurdistanê, bi ked û xebata xwe ya bêhempa wek fermandar û şoreşger navê xwe bi tîpên zêrîn di dilê gelê me û hemû gelên pêşverû yên cîhanê de nivîsand.” -
Li Reqayê 4 teqîn pêk hatin
Li Reqayê li pey hev 4 teqîn pêk hatin. -
Li Efrînê çalakiya sûîqestê ya HRE'yê
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku wan li Efrîna dagirkirî li dijî "hevkarekî dagirkeran" çalakiya sûîqestê kirine. -
Li Idlibê bi bombeyan êrîşî dewriyeya Tirk û Rûsan kirin
Li herêma Idlibê ya Sûriyeyê, dema ku dewriyeya Rûs û Tirkan derbas bû, teqînek pêk hat. -
QSD: Li bejahiya Dêra Zorê çeteyek DAÎŞ’ê hatiye girtin
Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê daxuyaniyek da û ragihand ku li bejahiya Dêra Zorê DAÎŞ’iyek girtine. -
MSD’ê nerazîbûn nîşanî Şamê ya çareserî û diyalog red kir, da
Meclîsa Sûriye ya Demokratîk (MSD) nerazîbûn nîşanî hikûmeta Şamê ya banga çareserî û dîyalogê red kir, da. MSD’ê destnîşan kir ku Şam berpirsê krîzên aborî û siyasî yên li welat e. -
Dewleta Tirk li Efrînê daristan şewitand
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê agir berda daristanê û dest danî ser simaqa gel. -
'Rejîm û Tirkiye hewl didin fitneyê bixin nava gelan'
Îlham Ehmed diyar kir, komkujiya ku dewleta Tirk kir konseptek ji êrişên qirkirinê ye û got, "Dewleta Tirk dixwaze temamiya Kobanê dagir bike, lê belê ji ber ku nikare vê bike li hin deveran êrişê dibe ser mirovên pêşeng." -
Zanîngeha Rojava banga piştgiriyê kir
Zanîngeha Rojava ya ku amadekariyên sala nû ya akademiyê didomîne, banga hevgirtinê li akademîsyenan kir. -
Li Şehbayê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Şehbayê gelê Efrînê û civaka Êzidî şehîdên Berxwedana Mezin a Zindanê ya 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn. -
PYD: Divê em li dijî dewleta Tirk bin
PYD’ê bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk ewlekariya herêmî û navneteweyî dixe xetereyê û diyar kir ku divê helwesta wan li dijî vî tiştî be. -
Şehîdê YPG'ê Omer Şêxo li Hesekê veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Omer Şêxo yê ku di encama nexweşiyekê de şehîd bibû, bi merasîmekê girseyî li Goristina Şehîd Dijwar hate veşartin. -
Kobanê: Êriş zêde bibin em ê bersivê bidin
Ji fermandarên QSD'ê yên li Eyn Îsayê Erdal Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk li gorî lihevkirinan tevnagere, êrişên xwe zêde kiriye, Rûsya û rejîm jî bêdeng in û got, "Eger êriş bidomin em ê jî xwe biparêzin." -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Serdar li Dêrikê veşartin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Remezan Kazmiyan (Fîras Serdar) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a Dêrikê verşatin. -
Hêzên Ewlekariya Navxweyî: Îddîayên li ser kampa Holê ne rast e
Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin îddîaya ku tê gotin rêveberên hêzên ewlekariyê hin çeteyên DAÎŞ’ê ji kampê revandine, ne rast e. -
Tirkiye bi fona penaberan a YE'yê li Libyayê şer rê ve dibe
Ji Sûriyê ber bi Libyayê ji du qenalan 'leşkerên kirêkirî' têne şandin. Organîzatorê qenala pêşî dewleta Tirk e û ya duyan jî Rûsya ye.