Tulay Hatîmogûllari: Em amade ne ku civaka demokratîk bi hev re ava bikin

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî meşa Amedê axivî û diyar kir ku lingê sereke û herî girîng ê pêvajoyê civak bi xwe ye û got, "Em amade ne ku bi hev re aştiyê civakî bikin û civaka demokratîk ava bikin."

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya "Jin ji bo aştiya civakî û çareseriyên demokratîk dimeşin" li Amedê meşeke girseyî li dar xist. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari piştî meşê axivî.

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku jin ji çar aliyên Tirkiyeyê hatine Amedê da ku daxwaza aştiyê bînin ziman û got, "Îro jin ne tenê li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji çar aliyên cîhanê bi awayekî erênî bersiva banga birêz Abdullah Ocalan dan. Şer tundî ye, em jin di şeran de herî zêde êşê dikişînin, me jinan tu caran ev polîtîka qebûl nekir û em ê qebûl nekin. Em jin teqez li ser vê axê aştiyê ava bikin.

DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE

Divê jin bibin bingeha komîsyona ku wê li Meclisê were avakirin. Ji bo avakirina civakeke demokratîk em amade ne ku hêza xwe seferber bikin. Ji bo ev pêvajo baş bimeşe divê birêz Abdullah Ocalan bi awayekî azad karibe bixebite. Di serdana dawî de birêz Abdullah Ocalan ji herkesên ku ji bo aştî û civakeke demokratîk re dixebitin silav şandin. Em ji vir ji qada Amedê bi hev re silavên xwe jê re dişînin. Ji bo jiyaneke bêtundî, kuştinên jinan bê rawestandin, pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin em li ser vê axê aştiyê dixwazin.”

Çalakî bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.