Şehîdê QSD’ê Hemade bi merasîmekê veşartin

Cenazeyê şervanên QSD’ê Hûsên Hemade bi tevlîbûna sedan welatiyên Şedadê bi merasîmekê ya li Goristana Şehîdan hate veşartin.

Şêniyan cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Husên Hemade ku dema li ser erka xwe bû li Dêra Zorê şehîd bûbû, ji pêş Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirt û bi karwanekî girseyî berê xwe da goristanê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina girse û şervanên QSD’ê destpê kir. Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nacî Nicom axivî û sersaxî da malbata şehîd Husên Hemade û hevrêyên wî.

Nicom bal kişand ser têkoşîn û berxwedana xort û keçên herêmê têrê dike ku dagirkerî û çeteyan têk bibe, her wiha herêmê ji qirêjiya terorê rizgar bike.

Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Şedadê Ewdet Husên jî anî ziman ku xwedî li şehdan derkevin û destkefiyên wan biparêzin.

Di dawama merasîmê de nasnameya şehîd ji aliyê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Deham Ferec ve hate xwend û radestî malbatê kir.Piştre jî cenazeyê şehîd veşartin.