Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Şehbayê hate protestokirin

Rêxistinên Civaka Sivîl ên li Kantona Şehbayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin û bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku ji bo dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bibe, bila peywira xwe bi cih bînin.

Dewleta Tirk a dagirker ku Efrîn di serî de gelek herêmên Sûriyeyê dagir kiribû, li van deran sûcê mirovayetiyê dike û gel ji warên wan dike.

Rêxistinên Civaka Sivîl ên li Kantona Şehbayê li Kampa Serdemê hatin ba hev û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber şerê 10 salan, mirov di warê aborî de tengijîne û hate bibîrxistin ku dewleta Tirk li Efrînê sûcên derveyî exlaqî û li dijî mirovayetiyê dike.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî hate kirin ku ji bo dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bibe, bila peywira xwe bi cih bînin.