Îsraîl bombe li gelek deverên Sûriyeyê barand
Hêzên hewayî yên Îsraîlê bombe li gelek hedefên li rojhilatê paytexta Sûriye Şamê barand. Tê gotin ku ji ber êrişê gelek kes mirine û hinek jî birîndar bûne.
Hêzên hewayî yên Îsraîlê bombe li gelek hedefên li rojhilatê paytexta Sûriye Şamê barand. Tê gotin ku ji ber êrişê gelek kes mirine û hinek jî birîndar bûne.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya ser bi rejîma Şamê SANA'yê, hêzên hewayî yên Îsraîlê di ser Golanê re gelek fuze avêtin Şamê.
Çavkaniyên leşkerî agahî dan ajansê û diyar kirin ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê gelek fuze têk birine, 7 leşker birîndar bûne û xisara madî bûye.
Artêşa Îsraîlê heta niha ti daxuyanî nedaye. Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, herî kêm şeş fuze li nuqteyên alîgirê rejîmê û milîsên Îranê ketine.
Saziya Çavdêriyê ragihand ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê nekarî ti fuzeyan têk bibe. Saziyê berevajî ajansa nûçeyan a fermî diyar kir ku ji Mûxafizên Şoreşê yên Îranê 5 kes hatine kuştin.
Îsraîl, ji Adara 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve bi sedan carî êriş biriye ser hêzên rejîmê û hêzên alîgirê Îranê. Heta niha berpirsyariya tenê çend ji van êrişan li xwe girtiye.