BI DÎMEN

Li Zanîngeha Kobanê panelek li ser banga Rêber Apo hat dayîn

Li ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêber Aoo di 27’ê Sibatê de kir, ji aliye Zanîngeha Kobanê ve panêlek hat dayîn.

Di 27`ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan banga dîrokî kir, di bangê de gelek xalên girîng hatin kirin. Ji bo nirxandina wê yekê, îro li zanîngeha Kobanê panelek hat lidarxistin.

Di panelê de parêzerê Rêber Apo Omer Guneş, endamê parlementerê DEM Partiyê Omer Ocelan û yek ji berdevkê kampanyaya Navnetewî ya "Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" Sînan Onal bi rêya "online" tev lê bûn û nirxandin kirin.

Axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê Zanîngeha Kobaniyê Şervan Mislim ve hat kirin. Mislim qala girîngiya vê banga dîrokî kir û got:" Mebest ji panelê ew e ku bi awayekî berfereh em aliyê banga dîrokî binirxînin. Weke serenava xwe diyar e ku bangeke dîrokî ye, wê ew jî di dîrokê de bibe gaveke nû û di hundirê dîrokê de jî wê afirandineke nû be. Ji lewra jî em li pey Rêberê xwe ne û em ê heta dawiyê li pey Rêberê xwe bin."

Piştî axaftina Mislim, sînevîzyonek li ser nirxandina Rêber Apo ya ji bo bangê hat pêkêşkirin û banga Rêber Apo hat xwendin.

Dûra jî parêzerê Rêber Apo Omer Guneş li ser banga 27`ê Sibatê û paşxaneya wê ya dîrokî axivî û ev yek got: "Gelê Kurd rastî parçebûnê û polîtikayên asîmîlasyonê hat. Dixwazin Kurdan qir bikin. Di navbera deh salan de bi destê "İttihad ve Terakki" û lîderên Jon Turk Kurd dihatin qirkirin. Her dewleta Tirk di dîrokê de hewceyê Kurdan bûn, lê piştî karê xwe bi Kurdan diqeandin, Kurd qetil dikirin. Piştî avabûna cimhuriyetê, tenê di nava xwe de yek nav, ziman û al girte nava xwe û Kurd ji her tiştî bêpar kirin."

Piştî axaftinê jî pirs ji parêzer Omer Guneş hatin kirin û Guneş ew pirs bersivandin.

Piştî wê jî ji aliyê parlementerê DEM Partî Omer Ocalan jî li ser perespektîfên Civaka Demokratîk û Peymana Civakî axivî û ev tişt got:" Rêber Apo ji avabûna Big Bangê heta bi hezaran salan analîza wê kiriye. Di nava civaka Kurd de gelek zilim li serê Kurdan dihat kirin. piştî derketina Rêber Apo û derketian tevgera azadiyê, gelek guhertin derkete pêş. Ruxmî ku gelek tevgerên din jî derketin, lê di nuqteyekê de xetmandinê de rast hatin. Gelê Kurd jî di navbera kevneşopiyê û navbera Modernîteya Kapîtalîzmê de xetimîn. Hem xwestine kevneşopiyan Kurdan tune bikin, hem jî hebûna Kurdan bitepisînin."

Beşdaran di vê çarçoveyê de pirsên xwe ji Omer Ocelan kir û Omer Ocelan bi hûrguliyên wê ew dibersivandin.

Dûra jî berdevkê kampanyaya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" Sînan Onal li ser têkiliya di navbera Tirk û Rojavayê Kurdistanê de, qanalên diyalogê, astengî û nîqaşên li ser Rêveberiya Xweser, nirxandin û wiha anî ziman: "Berxwedana Kobanê li ser asta cîhanê bandorek mezin çêkir. Li wir li dijî zulmê rihî xwişk û biratiya gelan dest pê kir. Ji lewra di dîroka cîhanê de Kobanê bi tîpên zêrîn hat nivîsandin. Ew jî bi saya fikra Rêber Apo û xeta sêyem pêk hat."