Li herêma Cizîrê qedexeya derketina derve hate ragihandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber tespîtkirina nexweşên koronavîrusê yên li herêma Cizîrê, ji bo 10 rojan qedexeya derketina derve ragihand.

Hefteya borî li herêma Cizîrê 8 nexweşên bi koronavîrusê hatin tespîtkirin û nêzî 100 kesan xistin karantînayê.

Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 10 rojan qedexeya derketina derve ragihand.

Wê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê roja destpêkirina qedexeyê diyar bike.

Li gorî vê biryarê trafîka çûn û hatina Herêma Cizîrê ya ber bi herêmên din jî hatiye qedexekirin.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin dibe ku roja pêşîn a Cejna Qurbanê qedexe were destpêkirin.