Li Parîsê li dijî girtîgehên tîpa bîrê greva birçîbûnê ya piştevaniyê

Li Parîsê ji bo girtina girtîgehên bi tîpa S û Y ku bi armanca teslîmgirtina girtiyan hatin vekirin û ji bo xwedîderketina li girtiyên di van girtîgehan de greva birçîbûnê ya piştevaniyê hate destpêkirin.

Li Parîsê jî greva birçîbûnê ya piştevaniyê ya bi armanca girtina girtîgehên bi Tîpa Bîrê S û Y’ê û xwedîderketina li berxwedana şoreşger û sosyalîstên di van girtîgehan de ku AVEG-KON, SKB, YS û TSP’ê li Ewropayê dane destpêkirin, li lokala ACTIT’ê destpê kir.

Greva birçîbûnê ya piştevaniyê ya ji bo 3 rojan ku bi şîara “Ji tîpên bîrê re na, ji sosyalîstan re azadî” destpê kir, wê heta 31’ê Gulanê-2’yê Hezîranê dewam bike.

Di civîna çapemeniyê de ku bi çalakvanên greva birçîbûnê re hat lidarxistin de banga têkoşîna li dijî girtîgehên tîpa bîrê hate kirin.

Di civîna çapemeniyê de ku bi Tirkî û Fransî hat lidarxistin de daxuyaniya hevpar hate xwendin. Her wiha ji bo dengê girtiyên sosyalîstên şoreşger êê berxwedêr li Ewropayê bidin bihîstin û ji bo piştevaniya berxwedana kedkarên koçber ên Tirkiye û Kurdistanê, şoreşgerên enternasyonalîst ên li dijî tecrîd û zilmê li girtîgehên tîpa bîrê dewam dikin, bang hate kirin.

Endama Meclîsa Şaredariya 10’emîn a Parîsê û Sekreterê Partiya Komunîst a Fransayê Elie Joussellin ku tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû axaftinek kir.

Elie Joussellin wiha got, “Em li kêleka ACTIT û hemû girtiyên polîtîk in. Zêdebûna faşîzma li Fransayê û faşîzma li Tirkiyeyê heman zilmê disepîne. Min bi xwe vê êrîşkariyê li Amedê dît ku ez ji ber hilbijartinan çûbûm.” Joussellin diyar kir ku ew bi hemû girtiyên polîtîk re di nava piştevaniyê de ye.

Piştî civîna çapemeniyê çalakvanên greva birçîbûnê serdana saziyan kirin. Koma ku serdana Komaleya Dersimê ya Parîsê û Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kirin, derbarê girtîgehên tîpa bîrê a Tirkiyeyê û têkoşîna greva birçîbûnê agahî dan û banga têkoşîna yekbûyî kirin.