Dewleta Tirk êrîş bire ser Zirganê, sivîlek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrîş bire ser navçeya Zirganê ya Serêkaniyê, sivîlek birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku hatine standin dewleta Tirk saet 04.30'an helkefta êrîşê aniye ser navçeya Zirganê ya Serêkaniyê.

Şervanên Meclisa Leşerî ya Zirganê bersiv da êrîşên bi çekên giran ê nTirk. Çeteyên bi ser dewleta Tirk ve bêgav man ku birevin û vekişin.

Bi êrîşa Tirk sivîlekî ku nasnameya wî diyar nebûyî, birîndar bû.