Koalîsyona Tirk DAÎŞ'iyan direvîne

Jinên DAÎŞ'î Elîf Sancar û Fatma Ridvan Aus a Çeçen, ku dema bi tankêrên avê hewl didan ku wan ji Kampa Holê birevînin hatin girtin, ji DAÎŞ'ê heta bi ÎHH'ê bal kişandin ser îstîxbarata Tirk.

Hewldana revandina jinên DAÎŞ'ê ya ji Kampa Holê, ku piranî malbatên DAÎŞ'ê ku ji 68 hezar penaber lê dijîn didome. Van demên dawî hema hema her roj hin DAÎŞ'iyên bi hewldana revandinê têne girtin. Welatiyên Tirkiyê Elîf Sancar û Çeçen Fatma Ridvan Aus jî ji van jinan in.

Elîf Sancar got ji bo reva ji kampê hemû plansazî û mesref bi rêya çeteyan û Weqfa Alîkariya Mirovî (ÎHH) ya bi çeteyan re têkildar hatiye dabînkirin

Elîf Sancar a 24 salî ya ji Qulpa Amedê 25'ê Tîrmehê dema ku li gel zarokên xwe û diya xwe hewl dida ku bi tankêra saziya alîkariya mirovî direviya ji hêla ewlehiya navxwe ya kampê ve hate girtin. Elîf Sancar îdîa kir ew li pişt hevserê xwe yê ku 2014'an tevlî DAÎŞ'ê bûye hatiye Sûriyê. Elif Sancar ku hevserê wê di şerê Sûriyê de mirî, Adara 2019'an di Pêngava Bagera Cizîrê ya Dêrazorê de, ku QSD'ê rê ve dibir di qonaxa Bahozê de teslîm bûbû û ew anîbûn Kampa Holê.

PERE Û RÊ ÎHH EYAR DIKE

Elîç Sancar got wan dixwest ku ji kampê birevîn û got bê ka wan çawa rev eyar kirine:

''Bi telefonê ez bi birayê xwe re diaxivîm. Birayê min Tirkiye wê wan ji Holê birevîne. Got, ''Pere û rê ji hêla ÎHH'ê ve tê eyarkirin. Birayê min li Tirkiyê dijî. Ez tim pê re bi telefonê diaxivm.''

Li kampê bikaranîna telefonê qedexe ye, li ser vê Sancar dibeje, ''Min telefon ji xwîşkekê xwest. Wê jî ji hin zilaman xwest û anî. Ez nizanim bê ka ew zilam kî ne. Navê wê xwîşkê Ayşe bû. Ew jî bi rêya van tankêran çû Tirkiyê. Ev nêzî du mehan in. Dema ku rê hebe bi tankêran diçin. Ayşe jî digot ji bo yên din ku diçin pereyê hewce Tirkiyê dide.''

Sancar îdîa kir ku ew derheqê ÎHH'ê tiştekî nizanelê birayê wê re gotiye pereyên ji bo revê bi rêya ÎHH'ê dewleta Tirk daye. Jina DAÎŞ'î got, ''Birayê min got 'qeyd' lazim e. Got wêneyên wesîqeyî yên min, diya min û zarokên min hewce ye. Got, 'dema ku qeyda te temam bû tê derkevî.'' Qeydan dixwazin ku em li kampê ne. Agahî xwest be ka em çend kes in, hûn çend kes mane. Wê pere bidana û em ji vir birevandan. Me jî tişta ku xwest da wan.''

Jina DAÎŞ'î got jinên DAÎŞ'î yên welatiyên Tirkiyê piranî bi vê rêyê reviyane û li kampê herî pir 30-40 malbatên DAÎŞ'î yên jin mane. Elîf Sancar her wiha got dewleta Trk 'wan dixwaze' û ji ber vê ew dixwazin birevin.

ÎHH'Ê GELEK JIN BIRIN

Fatma Ridvan Abus a Çeçen jî 24'ê Tîrmehê dema ku bi tankêreke avê ya saziyeke mafê mirovan hewl dida ku ji Kampa Holê bireve Tirkiyê hate girtin

Jina DAÎŞ'î Aus li ser hewldana revê got: ''Xwîşkeke me ya kampê got rêyek heye û rasterast ez ê biçimeTirkiyê û nekevim zindanê. Ez pê dizanim ku li kampê gelek xwîşk bi rêya ÎHH'ê hatin revandin û niha li Tirkiyê dimînin. Rêyeke baş bû bi silametî digihan. ÎHH jinan pêşî dibe Cerablûsê û ji wir dibe Tirkiyê û piştre dibe welatên ku dixwazin. Xwîşk wiha digotin. Beriya niha jî ÎHH ji kampê jin revandibûn, hin jê jî li Tirkiyê mabûn û hin jê çûbûne welatên xwe.''

DAÎŞ'iya Çeçen got ew bi qeçaxçiya bi navê Ummu Muhammed Turkî re axiviye, li Idlibê dijiya, DAÎŞ'î bûye û beriya niha ew jî kampê reviyaye û çûye Idlibê, li ser pêşniyaza wan bi telefonê re axiviye.

BI HEVKARIYA DAÎŞ-'OSO' Û MÎT'Ê RÊYA DUYAN

DAÎŞ'iya Çeçen got, we xwestiya ku bi rêyên 'fermî' biçe û wê jî gotiye, 'temam û got, ''Jiwe İHH ji vir jin dibirin. Umî Muhammed got rêyeke hêsantir heye.''

Jina DAÎŞ'î ya Çeçen got, ''Ez ê biçûma Cerablûsê û ji wir biçûma Tirkiyê. Umu Muhammed Turkî gote min em ê ji wir biçine Cerablûsê û li wir jî biçim îdareya 'Artêşa Azad a Suriyê' qeyda xwe bikim. Got, 'here qeyda xwe bike û bi rehetî biçe Tirkiyê.''

DAÎŞ'iya Çeçen got Tirkiye hay ji xebata ÎHH'ê heye û yên ku bi rêya ÎHH'ê diçin, diçine Cerablûsê, li wir demekê li kampê dimînin û piştre diçine Tirkiyê.

MALBATA WÊ HATIYE TIRKIYÊ

Fatma Ridvan Aûs got jina DAÎŞ'î ji bo ku wê birevînin 15 hezar dolar xwestine, malbata wê ev pere dane û haya îstîxbarata Tirk jî ji vê heye. Fatma Ridvan Aus got, ''ÎstîxbarataTirk Umu Muhammed baş nas dikir. Wê got îstîxbarat hay ji her tiştî heye û hemû plansazî temam e.''

Jina DAÎŞ'î her wiha got dê û bavê wê ji bo ku ew ê ji kampê bireviyane hatine Tirkiyê û li Tİrkiyê li hêviya wan mane.

TÊKILIYÊN DAÎŞ-ÎHH'Ê

Nevzat Genelî yê DAÎŞ'î ku beriya niha ji hêla QSD'ê ve hatibû girtin got dema ku bi wesayitên ÎHH'ê û bi pêşmalkên wan dema ku çûne Sûriyê wan Îlhamî Balî nas kiriye, ku Balî bersûcê sereke yê firarî yê teqînên Pirsûs û Enqerê ye. Genelî gotibû piştî ku DAÎŞ ava bûbû Îhamî Balî hatiye Tirkiyê û li ser navê ÎHH'ê alîkarî daye hev û bi TIR'an ew ji DAÎŞ'ê re biriye.

Genelî gotibû ew bixwe jî bi rêya Îlhamî Balî tevlî DAÎŞ'ê bûye û dema ku ji qadên DAÎŞ'ê derbas bûbû leşkerên Tirk ên li ser sînor pê re bûne alîkar.