Zanîngeha Rojava dest bi kampanyaya piştgiriyê kir

Zanîngeha Rojava bi kampanya piştevaniya akademîk re bang li hîndekaran kir ku tecrûbeyên xwe bi Zanîngeha Rojava re parve bikin.

Zanîngeha Rojava di salvegera 8'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê de ragihand ku ji bo piştgiriya akademîk wan dest bi kampanyayê kirine.

Kampanyayê bi navê "Piştgiriya ji bo berxwedanê, piştgiriya ji bo akademiyê" dest pê kir. Di çarçoveya kampanyayê de ji bo bilindkirina asta perwerde û hîndekariyê banga piştgiriyê kir.

Di daxuyaniyê de bang li hîndekaran, wezîfedarên lêkolînê û xwendekaran hate kirin; "Hûn bi her awayî dikarin piştgiriyê bidin Zanîngeha Rojava û tecrûbeya xwe parve bikin."

Hate ragihandin ku hîndekarên dixwazin piştevaniya akademîk bidin, ji aliyê semîner, perwerdeya onlîne, materyal, parvekirina tecrûbeyê û pedagojîk ve dikarin piştgiriyê bidin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, kesên dixwazin piştgiriyê bidin wê weke endamê rûmetê yê Desteya Akademîk a Zanîngeha Rojava bê qebûlkirin.

Hîndekarên dixwazin piştgiriya akademîk bidin Zanîngeha Rojava bi rêya malperên înternetê yên zanîngehê dikarin pêwendiyê bi rêveberiya zanîngehê re deynin.

http://rojavauni.com/ku/sereke/

http://rojavauni.com/ar/home-ar/

http://rojavauni.com/en/home/