Li Babê qetlîama dewleta Tirk hate protestokirin

Li bajaroka Erîma ya li rojhilatê Babê qetlîama dewleta Tirk a dagirker a li gundê Qortwêrana Minbîcê kiribû, hate protestokirin.

Meş li pêşiya Meclîsa Bajaroka Erîmayê hate destpêkirin. Di pankartê de hate diyarkirin ku “Dewleta Tirk û çeteyên wê, sûcên li dijî sivîlan didomîne, civaka navneteweyî jî bêdeng dimîne.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li gundê Qortwêranê li ser sivîlan qetlîamek kiriye û hate gotin, “Em bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrîş û qetlîamên dewleta Tirk şermezar dikin.  Em bang li raya giştî ya dinyayê û bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku bila helwesta xwe ya li hemberî Erdogan zelal bikin.”