Sarya: Statu bê qebûlkirin wê pêşketinên mezintir rû bidin

Rojnamevan Bêrîtan Sarya got, "Dema ku statuya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê qebûlkirin, wê hîn bêhtir bi pêş bikeve." Sarya destnîşan kir, heta ku statu neyê qebûlkirin, DAÎŞ bi temamî ji holê nayê rakirin.

Şoreşa Gel a Rojava kete sala 9'an. Şoreşê li gel gelan deriyên xwe li rojnamevanan, hunermendan û dîroknasan jî vekir. Yek ji rojnamevanên ku ji bo şopandina rewşê hate herêmê Bêrîtan Sarya ye. Bi Bêrîtan Sarya re em li ser Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê axivîn.

Bêrîtan Sarya ku di Sibat-Adara 2016'an de hate herêmê piştî ku keda 20 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li herêmê vegot, qala sîstema xwerêveberiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

SÎSTEMA RÊVEBERIYÊ YA XWESER

Bêrîtan Sarya bi bîr xist, li welatên ku Bihara Ereban lê rû da, ya Biratiya Misilman li ser desthilatdariyê ne û sîstemeke zordar a bi zayendîperestî, olperestiya berê lê serdest e, yan jî di nava şerekî mezin ê navxweyî de ne.

Bêrîtan Sarya diyar kir, ku hêzên navneteweyî û hêzên herêmî bi taybetî jî Tirkiye vî şerî sortir dikin, hilweşandin û kaosê mezintir dikin û got, "Lê belê di Şoreşa Rojava de, di pratîka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de rewş bi vî rengî nebû. Li dijî şerkirina gelan, li Rojava yekîtiya gelan hate afirandin û rêveberiyeke hevpar hate avakirin. Niha hemû di nava rêveberiya hevpar de tên temsîlkirin. Kotaya hemûyan heye.

Ji konseyan heta komunan, di nava hemûyan de îradeya jinan, îradeya civak û gelan heye. Kotaya jinan a pêncî ji sedî heye. Sîstema hevserokatiyê heye. Divê ev yek bê gotin; li Rojhilata Navîn her wiha li nava hemû welatên ku pêvajoya Bihara Ereb dîtin, modela yekane li Rojava ye, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Hûn jî zanin, ev yek li Rojava sînorkirî nema. Gelek herêm ji DAÎŞ'ê hatin paqijkirin. Gelên van herêman Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tercîh kirin û Îlona 2018'an Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ji 7 herêman hate avakirin. Lewma mînakeke serketî ya girîng e."

'STATU BÊ QEBÛLKIRIN WÊ PÊŞKETINÊN MEZIN RÛ BIDIN'

Bêrîtan Sarya bi bîr xist ku dewleta Tirk ji sala 2016'an û pê ve bi xwe derbasî herêmê û û got, "Di sala 2018'an de Efrîn hate dagirkirin. Di meha Cotmeha 2019'an de jî Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Li gel van êrişan hemûyan, sîstemeke model a mînak heye. Ez di wê baweriyê de me ku eger ev êriş, ev şer bê têkbirin, eger statuya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava, ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê qebûlkirin wê pêşketinên mezin rû bidin. Wê ronesanseke hîn mezintir pêk were. Û ev di nava vê sîstemê de wê bikeve meriyetê."

Rojnamevan Bêrîtan Sarya ragihand ku li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstem berfireh dibe û got, "Ya rast li nava gelan, li tevahiya Sûriyeyê bala gelan dikişîne. Mirovên ku ev sîstema lİ Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pejirandine, li nava refên YPG, YPJ, QSD'ê li dijî DAÎŞ'ê û çeteyên din şer kirin û nêzî 10 hezar şehîd û di ser 11 hezar birîndaran re dan. Hîn jî şehîd û birîndaran didin."

'HETA KU STATU NEYÊ QEBÛLKIRIN DAÎŞ BI TEMAMÎ JI HOLÊ RANABE'

Bêrîtan Sarya têkoşîna mezin a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û gelên herêmê ya li dijî DAÎŞ'ê bi bîr xist û got, "Tevî ku serweriya DAÎŞ'ê ya li ser xakê, li Sûriyeyê bi dawî kiriye jî statuya Rêveberiya Xweser a Demokratîk nayê naskirin. Yanî hêzên navneteweyî di vê mijarê de gelekî bi durûtî tevdigerin. Ya rast li Sûriyeyê çareseriyê naxwazin. Ev hemû jî dibe sedem ku êrişên DAÎŞ'ê û Tirkiyeyê zêdetir bibin. Weke ku tê zanîn, tevî ku serweriya DAÎŞ'ê ya li ser xakê bi dawî bûye êrişên xwe hîn jî didomîne. Hucreyên xwe ji xwe hene û li dijî wan jî li Dêra Zorê operasyon tê meşandin. Car carna operasyon tên kirin, lê têrê nakin.

Ji ber ku Tirkiye ji bo vê gelekî dixebite. Çeteyan bi rêxistin dike. Heta niha gelek hucreyên rêxistinbûyî yên çeteyan hatin kifşkirin. Em zanin ku yên fermana van rêxistinbûnên hucreyan didin ew kesên li Tirkiyeyê ne, bi îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) re dixebitin. Ji ber ku çete bi xwe qala van dikin. Ez ji xebatên xwe yên şexsî yên rojnamevaniyê bi vê zanim û vedibêjim. Heta ku helwesteke zelal li dijî Tirkiyeyê neyê nîşandan, heta ku statuya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk neyê qebûlkirin ne bawer im ku DAÎŞ li Sûriyeyê biqede.

Li Iraqê jî wê neqede. Ji ber ku DAÎŞ ji destpêkê bêhtir niha nêzî Tirkiyeyê ye. Erdogan bi erka hevserokatiya DAÎŞ'ê tevdigere. Li gorî lêkolînên me, li gorî agahî û belgeyên gihîştin ber destê me xelîfeyê niha yê DAÎŞ'ê Ebû Mûhammed El Mevla El Selbî li Tirkiyeyê ye. Her wiha 19'ê Mijdarê civînek li dar xist û biryar dan ku rêxistinbûna xwe ya li Sûriyeyê xurt bikin, li Iraqê jî DAÎŞ'ê ji nû ve bi rêxistin bikin. Ji hingî ve li Iraq û Sûriyeyê êriş zêde bûne."

Bêrîtan Sarya bal kişand ser hebûna hêzên navneteweyî ya li Sûriyeyê û got, "Eger bi rastî jî nêta wan a çareseriyê hebe wê zextê li Tirkiyeyê bike û ji bo xurtkirina çareseriyê, hêzên li vir mûxatab bibînin. Ji ber ku modela hêzên din nîne. Berevajî, hemû li pey kaos û tevlîheviyê ne. Her roj teqîn û komkujî çêdibin, destavêtin, revandina mirovan û wergirtina fîdyeyê rû didin. Her wiha komên çete li dijî hev şer dikin. Lewma di vir de nêzîkatiyeke çareseriyê xuya nake."

ÊRIŞÊN NÛ

Rojnamevan Bêrîtan Sarya êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi bîr xist û got, "Li gorî agahiyên li ber destê me li xeta Eyn Îsayê demeke dirêj e amadekarî tê kirin û ev amadekarî bi dawî bûye. Bi dagirkirina Eyn Îsa û rojhilatê Kobanê re dixwazin hêdî hêdî xetê bi temamî bigihînin hev. Dixwaze xetek ji Girê Spî, Eyn Îsa, Kobanê, Cerablûs, Efrîn û Idlibê ava bike."

Bêrîtan Sarya destnîşan kir ku di sala 9'an a Şoreşa Rojava de gefeke mezin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, gefa dagirkeriyê heye û bang li rojnamevnan, mirovên demokratîk, şoreşger ên li tevahiya cîhanê kir ku li dora Şoreşa Rojava, li dora sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bicivin.