Cenazeyê Şehîd Ehmed spartin axê

Li bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD`ê Talal Ehmed (Şoreşvan Qamişlo) li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi tevlîbûna dehan kesî spartin axê.

Bi merasîmekê ku li bajarê Qamişlo hate kirin cenazeyê şervanê QSD`ê Talal Ehmed (Şoreşvan Qamişlo) bi tevlîbûna dehan kesî li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Şervanê QSD`ê Talal Ehmed (Şoreşvan Qamişlo), di dîroka 28`ê Hezîranê de li Reqayê di encamê êrîşeke şaneyên veşartî de şehîd bûbû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre jî endamê Meclîsa Malbatê Şehîdan Îdan El-Iîn sersaxî ji malbata şehîd Şoreşvan re xwest.

Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Sarûxan axivî, destpêkê hemû cangoriyên azadiyê bibîr anî û bal kişand ser şoreşa Rojava û got: “Ev ê şoreşê hemû netewên li Sûriyê li hev kom kir. Ev proje baştirîn projeya di sedsala 21`an de ye. Ji ber vê yekê dijminên me şerê me dikin, divê em yek destbin û tenê em di rêya şehîdên xwe de bimeşin. Rêber Abdullah Ocalan ev rê ji me re hilbijartiye".

Piştî axaftinan nasnameya şehîdbûnê hate xwendin û radestî malbatê kirin.

Di dawiya merasîmê de bi dirûşma ‘Şehîd Namire’ cenazeyê şehdî spartin axê.