Gorên şehîdan hatin ziyaretkirin
Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di erefeya Cejna Qurbanê de çûn serdana gorên şehîdan û li ber goran mûm pêxistin.
Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di erefeya Cejna Qurbanê de çûn serdana gorên şehîdan û li ber goran mûm pêxistin.
Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê serdana goristanên Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrisê, şehîdên Komkujiya Til Rifet û Aqîbeyê kirin.
Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre zarokên şehîdan li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê bi zimanê kurdî û erebî daxuyanî dan. Di daxuyaniya de hate gotin: "Şehîd bendewariyê vê roj û vê kêliyê ne da ku bi me re beşdarî vê boneyê bibin. Lê dijmin hişt ku dayik di 6 cejnan de rondikan bibarînin. Dayik li bendê ne ku serdana goristanên şehîdên xwe bikin, lê dijmin ji hovîtiya xwe têr nebû û rojane li dijî gelê me yê Efrînê kuştin, talankirin, dizî, tecawizên dermirovî, rûxandina cihên pîroz mîna goristanên şehîdan dikin.
Li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi dehan şênî serdana goristana Şehîdan a li ser rêya Zirganê kirin û bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.
Şêniyên navçeya Dirbêsiyê jî serdana goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê kirin û bi mûman gorên şehîdan ronî kirin.
Li bajarê Minbicê jî, bi dehan malbatên şehîdan û Meclîsa Malbatên Şehîdan serdana goristana şehîdan kirin û mûm pêxistin.
Her wiha, bi dehan malbatên şehîdan li goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li gundê Beno ya herêma Şiqêf a Helebê kom bûn û mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.