Pêngava li dijî DAÎŞ’ê hatibû destpêkirin dawî bû: 31 çete hatin girtin

Qonaxa duyemîn a pêngava ji aliyê QSD’ê ve hatibû destpêkirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin ku bi dawî bû. Di tevahiya pêngavê de 31 çete hatine girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Heqil El-Umer ê gundewarê Dêra Zorê civîneke çapemeniyê lidar xist û bi daxuyaniyekê encamên Qonaxa Duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê ku 4 rojan dewam kir, ragihand.

Berdevka Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Lîlwa El-Abdullah daxuyanî xwend û ev agahî parve kirin:

"Li ser banga şêx û rûspiyên herêmê, hêzên me Hêzên Sûriya Demokratîk di 17'ê Tîrmehê de Qonaxa Duyemîn a Pêngava "Tunekirina Terorê" ragihand. Ev pêngav berdewama Qonaxa Yekemîn a Pêngava Tunekirina Terorê ye. Hêzên me Hêzên Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê, Yekîneyên Komandos, Hêzên YAT, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş), Hêzên Erka Xweparastinê, Zêrevanên Sînor û Polîsên Leşkerî, Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAÎŞ'ê bi desteka bejahî û asîmanî beşdarî pêngav bûn. Pêngav ji bo hedefkirina baregehên terorîstan û hemû kesên ku dixwazin tevliheviyê derxistin û ewlehî û aramiya herêmê xirab bikin li herêma Bisêra, Şihêl, Riz, Zîban, Hiwêc ên gundewarê bakurê Dêra Zorê li ser çemê Firatê dest pê kir.

Di dawiya pêngavê de hêzên beşdarî pêngavê bibûn karibûn armancên ku ji bo wê plan kiribûn, pêk bînin.

Bîlançoya 4 rojan a operasyonên paqijkirin û serdegirtina baregehên terorîstan û kesên bi guman wiha ye:

Hêzên me di çarçoveya pêngavê de 31 terorîst û gumanbar girtin. Di nav de berpirsekî mezin ê rêxistina DAÎŞ'ê ye.

Hêzên me karibî dest deyne ser rêjeyek mezin a çekên ferdî; kilaşînkov, BKS, topên RBG, çeka M 16, 20 mayîn, rêjeyek madeyên teqemenî, telefon. Dîsa hejmarek rêyên di nav çem de ji bo derxistina çekan hatibûn vekirin.

Her wiha hêzên me depoyeke kevin a rêxistina terorîst ku du hezar topên hawnê tê de hebûn, dîtin.

Di heman demê de em spasiya şêniyên herêmê dikin ku destek dan hêzên me û bidawîkirina pêngavê bi rêk û pêk hêsan kir. Em soz didin ku em ê hêza parêzvanên wan li terorîstan û kesên ku hewl dide ewlehî û aştiya navxweyî xirab bikin, bin. Her wiha em teqez dikin ku em ê pêngavên xwe dewam bikin heta terorê herî dawî tune bikin û jêder û çirava terora reş a ku li herêmê fisadî û xirabî belav kiribûn zûha bikin."