Li Serêkaniyê teqîn

Li bajaroka Til Xelef a girêdayî bajarê Serêkaniya Bakûrê Rojhilatê Sûriyê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wan de, teqînek mezin çêbû. Diyar kirin ku di teqînê de mirî û birîndar hene.

Teqîn li benda kontrolê ya hevpar a çeteyên Hamzat û polîsên çete yên li bajaroka Til Xelefê çêbû.

Hate diyarkirin ku di teqînê de 6 kes mirine û ji 15 kesan zêdetir jî birîndar bûne.