CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Hejmara karesatên xwezayî zêde dibe
Ji ber germahiya global hejmara afetên xwezayî di nava 40 salên dawî de bi du qatî zêde bûn. Li tevahiya cîhanê nêzî 2.5 milyon mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi trîlyonan dolarî zerara madî çêbû. -
Yekîtiya Ewropayê li ser armancên têkildarî avhewayê li hev nekir
Welatên Yekîtiya Ewropayê di mijara bicihanîna armancên ji bo têkoşîna li dijî germahiya global nekarîn biryareke hevpar werbigirin. -
Şewata li Çiyayê Cûdî derketibû dewam dike
Şewatên ku artêşa Tirk li Çiyayê Cûdî pêxistibû, dewam dike. -
Çavkaniyên avê roj bi roj diçikin
Zêdebûna nifûsa Cîhanê, talankirina çavkaniyên avê wê di siberoja nêz de bike ku pirsgirêka herî girîng pirsgirêka avê be. -
Wesayitên SUV li pêşiya bicihanîna hedefên avhewayê asteng in
Wesayitên bi modelên SUV (Sport Unility Vehicle) ‘Wesayita Bikaranîna Sportîf’ ji ber qirêjiya ku didin atmosferê, bûne hedefa saziyên parêzvanên avhewayê. -
Arjantîn firotina genimê OGG'ê dike qanûn
Di demekê de ku li cîhanê nêzîkatî û berpirsyariya têkildarî zerarên berhemên ku genetîka xwe hatiye guhertin zêde bûye, Arjantîn amadekariyan dike ku bibe welatê destpêkê ku genimê bi vî cûreyî bifiroşe. -
Îlona 2020'ê bû meha herî germ a cîhanê
Li gorî Copernîcûs a bernameya lêkolîna ser erd a ji aliyê Komîsyona Ewropa û Ajansa Fezayê ya Ewropa ve hate kirin, Îlona 2020’ê bû meha herî germ a heta roja îro. -
Agirên li Kalîforniyayê ne vemirÎn
Ev ji mehekê zêdetire ji ber şewatên li daristanên li girava rojavayê DYE’yê tîmên agirkûj ji hal ketin. Li Kalîforniyayê hîn ji bo vemirandina 27 şewatên mezin têkoşîn tê kirin. -
Bi kepçeyan êrîşî Çaviyên Mûnzûrê kirin
Bi kepçeyan ketin nav Çaviyên Mûnzûrê. Navenda Lêkolînên Dêrsimê got ku, “Ev li dijî cihên me yên baweriyê êrîşek e.” -
Keleş: Leşker nahêlin ku şewat were tefandin
Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê derheqê şewatên li Cûdî û Gabarê got, gel dixwaze şewatê bitefîne lê leşker nahêlin. -
Dar zû mezin dibin, zû jî hişk dibin
Li gel sozên dewletan jî rêjeya karbondîoksîtê ya li atmosferê roj bi roj zêde dibe. Tê gotin ku ev yek jî dibe sedem, gele celebên daran zû hişk bibin. -
Her kesek divê salê herî kêm darekê biçîne!
Li gorî raporeke ku li Fransayê li ser rê û rêbazên parastina ji bandora germahiya global hate amadekirin, tê pêşniyar kirin ku her şexsek her salê herî kêm darekê biçîne û vê yekê jî herî kêm 30 salan bike. -
Başûrê Rojhilatê DYE’yê di bin avê de ma
Ji ber bahoza Sally a li Başûrê Rojhilatê DYE’yê lehiyeke mezin çêbû, elektrîka 510 hezar malan qut bû. -
'Pîrozên civakî bûn bingeha pirtûka min'
Nivîskar Nûman Amed ji ANF'ê re qala pirtûka xwe kir, ku bi navê "Etîmolojiya azadiyê" hatiye weşandin. -
Dûyê şewatên li DYE'yê xwe gihande Ewropayê
Dûyê ji ber şewatên li DYE'yê xwe gihandin Ewropayê, tê gotin heta îro cara pêşî ye ku tiştekî wiha dibe. -
Armancên 2030'î yên ji bo pêşveçûnê êdî xeyal in
Ji ber zêdebûna nifûsa mirovan û bikaranîna çavkaniyan bi rengekî neçê, tê dîtin ku armancên sala 2030'î yên ji bo afirandina cîhaneke birçîbûn lê nîne, nepêkan e. -
Bandora germahiya global li ser bazara wesayitan cihê fikaran e
Armanca Yekîtiya Ewropayê ya kêmkirina karbondîoksîtê bi rêjeya 55 ji sedî, ji ber bandora xwe ya li sektora wesayitan bûye cihê nîqaşan. Hilberînerên wesayitan bi fikar in ku bazar bikeve destê hevrikên wan ên li parzemînên cuda. -
CÎK: Dem dema azad kirina Kurd û Kurdistanê ye
CÎK’ê bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ya ji bo pêngava KCK’ê ya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ragihand û got: “Werin em bi hev re, bi têkoşin li dijî zalim û dagirkeran û wan bi qewirîn in ji xaka pîroz.” -
Şîrketên mezin têkildarî armancên emîsyonê bang li YE'yê kirin
Rêveberên şîrketên mezin ên cîhanê bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kirin ku dest ji armancên xwe yên kêmkirina emîsyona gaza bi bandora serayê bernede û armancên eşkere destnîşan bike. -
Çalakiya Şirnexê di roja 3’an de ye: Dijminê gel û erdnîgariyê ne
Çalakiya rûniştinê ya Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş a ji ber şewata li Çiyayê Cûdî dabû destpêkirin dewam dike. Ozguneş got: “Ev berhemê dîtina kategoriya dijminê gel e.” -
Li DYE'yê şewatên mezin
Li Rojava DYE'yê şewatên pir mezin hene. Li Oreganê nîv milyon kes ji ber şewatê ji cihê wan hatin derxistin. Li Kalîforniya, Oregan û Washîngtonê di 24 saetên dawî de 15 kes mirin. -
Ji ber aktîveteyên mirovî du ji sêyên ajalên berî neman
Ji ber aktîveteyên mirovî di van 50 salan de ji ajalên berî yên li tevahiay cîhanê nêzî 70 ji 100'î qir bûn. -
Li San Francîscoyê ezman bû tirincî
Li Kalîforniyayê ji ber şewatên zêde li San Francîscoyê li bajêr atmosfereke surrealîst çêbû. Hewaya bi mij û dû dîmeneke wiha da, we ku qet rojê nehilatibe. -
Guherîna avûhewayê: 1,2 milyar kes wê ji cihê xwe bibe
Li gorî analîza saziya ramanê IEP'ê guherînên avûhewayê 30 salên li pêşiya me wê bibe sedem ku bi kêmanî 1 milyar kes ji cihê xwe bibe. -
Guterres: Ji bo avûhewayê ku em nebin yek em ê bi winda bibin!
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (YE) Antonîo Guterres got bi hêla Covîd-19'ê re ziyana nediyariyê hatiye dîtin û got dewlet li dijî germbûna global divê bi hev re têbikoşin.