Li Arktîkê wê li dijî germahiya global têkoşîn bê dayin

Tevî welatên ku di germahiya global de para xwe gelek e, welatên li Cemsera Bakur wê li dijî germahiya global bi rengekî hevpar têbikoşin.

Di civîna bilind a Konseya Arktîkê de ku li paytexta Îzlanda Reykjavîkê hate lidarxistin, di encama danûstandinan de biryar hate dayin ku li dijî germahiya global têkoşîneke hevpar bê meşandin. Hate ragihandin ku polîtîkayên li ser germahiya global a Derya Arktîkê ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Rûsya, Kanada, Îzlanda, Danîmarka, Fînlandiya, Norwêc û Swêd di nav de ye û herêma li derdora wê, wê nekeve bin bandora 'rageşiya leşkerî'.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken piştî civîna bilind axivî û got, "Ji bo yevkariya li qada ewlekarî, zanistî, hawirdor û avhewayê, bi armanca xurtkirina herêma Arktîkê em ê bixebitin." Blinken ragihand ku gelek welat li ser herêmê xwedî hesabên stratejîk e, lê tevî vê yekê jî divê herêm bi 'hevkariya aştiyane' bê bîranîn.

Herêma ku Derya Arktîkê lê ye û peravên gelek welatan digihêje, bi çavkaniyên xwe yên dewlemend ên binê erdê naskirî ye. Bi germahiya global re piştî ku qeşa heliya, mijarên bikaranîn açavkaniyên binêrdê û karê deryavaniyê dike ku bal hîn bêhtir biçe ser herêma Arktîkê.