Daristana Amazonê êdî zêdetir karbondîoksîtê bera atmosferê dide

Li gorî lêkolîneke di kovara Natûra Clîmate Changeyê hatiye weşandin, daristanên Amazonê ya ku wekî ‘pişika dinyayê’ tê zanîn, ji rêjeya ku digire zêdetir karbondîoksîtê bera atmosferê dide.

Li gorî lêkolînan daristanên Amazonê ev 10 sal in ji rêjeya ku digire zêdetir karbondîoksîtê bera atmosferê dide. Li gorî lêkolînên di navbera salên 2010-2019’an de bi qasî 4,45 milyar ton karbondîoksît tevlî nav atmosferê kiriye.

Di vê pêvajoya 10 salan de jî karbondîoksîta ku daristanê girtiya nava xwe jî 3 milyar û 780 milyon ton e. Daristanên Amazonê bi qasî ji sedî 18’ê zêdetir ji rêjeya ku karbondîoksît girtiye nava xwe, karbondîoksît bera nav atmosferê daye. 

Lêkolîner diyar dikin ku daristan herî kêm ji çar paran pareke karbondîoksîtê digirin nava xwe lê li gorî daneyên dawîn ev rewş berevajî bûye.

Ji ber ku daristan tên kirin ev rewş wisa bûye. Tê diyarkirin ku ji qirkirina daristanan ji çar paran sê par karbondîoksît zêdetir bûye.

Ji bo kêmkirina gazên serayê yên ku dibin sedema germa global bandora daristanan gelekî zêde ye. Lê li gorî lêkolînên dawîn ev hevseng berevajî dibe û daristan nikarin vê rola xwe pêk bînin.

Piştî ku li Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro hate ser peywirê qirkirina daristanan zêde bûye. Li gorî lêkolînan di sala 2019’an de 3,9 milyon hektar daristana Amazonê hatiye qirkirin. Ev jî li gorî salên 2017 û 2018’an dibe zêdebûneke bi qasî çar katan.