Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Talankirina sirûştê rawestînin

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji hêla artêşa Tirk ve li navçeya Amedê Licê birîn li dijî birîna daran helwest nîşan da û got, ''Li Licê bes daran bibirin.''

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê diyar kir di operasyonê artêşa Tirk de, beriya operasyonê yan jî piştî operasyonê şewat derdikevin an jî dar têne birîn û got, ''Tenê havîna par li Şirnexê ji ber operasyonên leşkerî li Cûdiyê daristan bi rojan şewitîne, ti mudahele nehatiye kirin, li eynî qadê bi sedan dar hatine birîn, bi qemyonan birine û ew firotine.

Û li Licê eynî demê li gel ku sê rojan daristan şewitîne jî encex roja duyan mudahele lê hatine kirin, li gel vê, li gel ku ji hewayê ve diviya mudahele bihatana kirin, tenê bi agirkujiyê mudahele lê hatiye kirin û ji ber vê şewat dîsa derketiye. Dîsa kêmasiyên dema mudahelekirinê li şewatên Sêrt û Mêrdînê jî hatiye xuyakirin.

Di rewşeke wiha de ku mudahele bixwe ev çend bi problem in, duh dema operasyona leşkerî ya li Licê li gorî gelê li gundên Dîbek, Huseynî û Penayê dar hatine birîn. Li gorî agahiyên ku ji gelê herêmê hatiye standin bi dehan dar hatine birîn û bi qemyonan ji qadê hatine derxistin.''

Tevgera Eklojiyê ya Mezopotamyaê got tinekirina daristanan tê maneya tinekirina zindiyên li ekosîstema daristanan û ji ber vê ti lûksa wan nîne ku dev ji yek darê jî biqerin.