Heta sala 2050'î dawî li bikaranîna sotemeniya fosîlê dikare bê anîn

Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî ragihand, li dijî germahiya global armanca bidawîkirina bikaranîna sotemeniya fosîlê ya heta sala 2050'î pêkane.

Di raporê de ku ji aliyê ajansê ve hate weşandin û zêdeyî 400 pêşniyarên radîkal ên ji bo guhertinê lê hatin nirxandin, pêkane ku heta sala 2050'î dawî li hilberandina enerjiya li ser sotemeniya fosîlê bê anîn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, sotemeniya fosîlê yek ji berpirsyarên sereke yên rûdana germahiya global e û hate destnîşankirin, eger armancên ji bo sala 2050'î hatine diyarkirin bi cih bên anîn, wê belavkirina gaza bi bandora serayê ya li atmosferê bi rêjeya ji sedî 75 kêm bibe.

Di sala 2015'an de bi Peymana Parîsê re ji bo germahiya global di asta 1.5 pileyî de bê hiştin, welatan soz dabûn ku tedbîran bigirin.

Di sala 2025'an de rawestandina hilberîna trîbunên nû yên enerjiyê yên bi sotemeniya fosîlê dixebitin, di sala 2035'an de bidawîkirina hilberandina wesayitên bi benzînê dixebitin û di sala 2040'î de jî hilberîna elektrîkê ya li ser asta navneteweyî ji çavkaniyên li derveyî sotemeniya fosîlê bê çêkirin, çend ji van sozan bûn.

Li gorî raporê, ev armanc bi cih bêne anîn, ne tenê wê hawirdor bê parastin, di heman demê de ji bo pêşvebirina sektora enerjiya dikare bê nûkirin, wê qadeke berfireh a kar bê afirandin.

Rapor beriya konferansa avhewayê ya global hate weşandin ku wê li bajarê Glasgow ê Skoçyayê bê lidarxistin. Di raporê de pêşketinên di mijara enerjiya dikare bê nûkirin weke gaveke erênî hate nirxandin.

Di halê hazir de germahiya li cîhanê li gorî dema beriya şoreşa pîşesaziyê di asta 1.2 pileyî de germ e. Li gorî zanyaran, tevî tedbîran jî germahî wê heta dawiya vê sedsalê bigihêje asta 2.4 pileyî.