50 milyar çivîk bi giranî ji çar cûreyan e

Li gorî lêkolîneke nû ya zanyarên Awûstralyayî, beşeke mezin a 50 milyar çûkên li cîhanê ji çar cûreyan pêk tên.

Li gorî lêkolîneke pisporên Zanîngeha New South Walesê, cûreyên herî zêde yên çûkan beytik, reşêle, qaqlîbaz û hechecok in. Tê texmînkirin cûreyê her yek ji van zêdeyî milyarekî ye.

Li hemberî vê yekê, nifûsa 1180 cûreyên çûkan kêmî 5 hezarî ye.

Li gorî lêkolînê li cîhanê 9 hezar û 700 cûreyên çivîkan hene. Li gorî pisporan nifûsa giştî ya çivîkan 50 milyar e û piraniya van cûreyan jî kêmcaran tên dîtin.

Vaye cûreyên çivîkan ên herî zêde têne dîtin: