Dogan: Şewitandina daristanên li Kurdistanê sîstematîk e

Endama Lijneya Rêveberiya MÇD'ê Sevîl Dogan bal kişande ser şewata daristanan a bi destê dewleta Tirk, got, şewatên daristanan sîstematîk in û li dijî vê divê têkoşîneke rêxistinî hebe.

Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Hawîrdorê ya Mûnzûrê (MÇD) Sevîl Dogan diyar kir li dijî şewitandina daristanan û sirûştê, vekirina wê ya li rantê û talanê ew ê têbikoşin û bal kişande ser ku bi îhaleyan, di bin navê nêçîrvaniyê pezkovî û ajalên berî têne qetilkirin.

Dogan bi bîr xist gel dema ku dixwaze şewatên daristanan bitefîne tê astengkirin û got, heke ne ji vê bihistyariya têkoşînê ya gel bûya wê zêdetir daristan bihatana şewitandin û ji talanê re bihata vekirin û got, êrîşên li ser xirûşt, qadên jiyanê û daristanan sîstematîk û rêxistinîne û diyar kir her prjeya rangê ya ku pêşî lê nehatî girtin û daristanên ku bûne xwelî ji ber qelsiya helwestê û got hewceyî pê heye ku ev qelsî bi têkoşînê were xurtkirin, rêxistiniya bihistyariyê were kirin û bibe girseyî.

Dogan têkilî şewitandina daristanan a bi destê dewleta Tirk got, ''Bi daristanên ku têne şewitandin, li gel sirûştê tê xwetsin ku hemû amûrên debarê yên gel ji holê werin rakirin. Ji ber vê, êrîşên li ser sirûştê, daristanan û gel polîtîk in. Her têkoşîna li dijî van êrîşan ji ber vê bi rengekî bivênevê dewletê li pêşberî xwe dibîne.''

Dogan bi berdewamî li ser astengkirina tefandina şewatên daristanên got,''Şewitandina daristanan, ew kirina weke xweliyê dibe sedema ku gel bi rengekî domdar ji amûrên debarê were qutkirin. Sedemên ku gel xwe bi sirûşt, qadên jiyanê, gund, xaka xwe digire qels dibe. Têkiliya gel a bi sirûştê re ya bi rengê tecrîdê ji holê tê rakirin. Ji ber vê ye heer hewldana ku gel û sirûştê li ser piyan digire tê astengkirn. Li gel ev qas êrîşan jî, şewitandina daristanan, astengkirina tefandina wê, bi bêdengî nayê pêşwazîkirin. Gelê me li bara şewitandina daristanan dengê xwe bilind dike û hewl dide ku pêşî lê bigire. Em jî dibine hevparê têkoşîna xwedîderketina gel a li sirûşt, daristan û qadên jiyanê.''

Dogan bi berdewamî wiha got: ''Heke ne ji vê bihistyariya têkoşînê ya gel bûye, wê zêdetir daristan bişewitandana û bikirana xwelî, li talanê vekirina. Helbet em nikarin bi vê dilê xwe xweş bikin. Êrîşên li ser sirûşt, qadên jiyanê û daristanan rêxistinî û sîstematîk in. Her projeya rang û talanê ya ku pêşî lê nehatî girtin, şewitandin û kirin xwelî ya daristanan ji ber qelsbûna helwestê ya gel e. Ji ber vê hewceyî pê heye ku ev qelsî bi têkoşînê were geşkirin, rêxistiniya bihistyariyê were kirin û bibe girseyî.''

Dogan her wiha bal kişande ser êrîşên li ser ajalên kovî jî, diyar kir têkoşîna wan a li dijî şewitandina daristana, vekirina wê ya li rant û talanê her wiha ji bo parastina ajalên kovî ye jî û got, ''Bi îhale û bi navê nêçîrvaniyê li dijî kuştina pezkoviyan, ajalên kovî çawa ku em dengê xwe derdixin, li dijî komkujiya 'bêdeng' a li daristanan ku bi rengekî neyê dîtin tê domandin, em ê dengê xwe bilind bikin.''

Dogan herî dawî bang li gel kir li dijî şewatên daristanên ku havînan 'natefin' zêdetir bihistyar be û xwedî helwest be û got, ''Têkoşîn tekane rê ye ku ji bo paşxistina her cure têkoşînê em nikarin dev jê biqerin û got, ''Em ê li ser vê rêyê bimeşin. Em Komeleya Hawîrdorê ya Munzurê bi gelê xwe re li dijî şewatên daristanan em ê dengê xwe rakin, têkoşîna xwe bidomînin.''

Dogan bang li rayedaran kî kir ku peywira xwe ya parastina daristanan bi cih bînin.