FED-KURD: Dersînorkirina Mehmet Çakas a ji bo Tirkiyeyê nayê qebûlkirin!

Federasyona Kurdistaniyên Azad ên Elmanyaya Rojhilat (FED-KURD) polîtîkayên zextê yên li dijî siyasetmedarên Kurd ên şermezar kir û xwest ku dawî li pêkanînên li dijî mafên mirovan û nirxên demokratîk bînin.

Federasyona Kurdistaniyên Azad ên Elmanyaya Rojhilat (FED-KURD) bertek nîşanî zext û polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên li dijî siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanên Kurd ên li Elmanyayê da. Di daxuyaniyê de hat gotin Kurdan bi hinceta xala 129b ya Qanûna Cezayê ya Elmanyayê, bi sûcdariya "terorîzmê" hedef digirin.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser piştgiriya Elmanyayê ya ji bo polîtîkayên zextê yên Tirkiyeyê yên li dijî muxalefetê û hat destnîşankirin ku radestkirina penaberê siyasî Mehmet Çakas nayê qebûlkirin. FED-KURD bang li Elmanya û welatên Ewropayê kir ku li gorî qanûnên navneteweyî, mafên mirovan û nirxên demokratîk tevbigerin.

Daxuyaniya nivîskî ya FED-KURD wiha ye:

"Em siyaseta krîmînalîzekirinê ya li dijî siyasetmedarên Kurd û civaka Kurd li Elmanyayê bi tundî şermezar dikin.

Ji ber polîtîkayên li ser têkiliyên dîrokî yên di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de, hewl tê dayîn ku siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanên Kurd bi hinceta xala 129b ya Qanûna Cezayê ya Elmanya werin krîmînalîzekirin. Ev yek ji aliyê nirxên demokratîk û mafên mirovan ve nayê qebûlkirin.
Dewleta Tirk li dijî hunermend, siyasetmedar û rewşenbîrên muxalîf ên di nav sînorên xwe de siyaseteke sîstematîk a zextê dimeşîne, tundiya psîkolojîk û ya fîzîkî bikar tîne. Ev polîtîkayên zextê ji hêla welatên wekî Elmanya ku îdia dikin ew demokratîk in û girêdayî rêgezê serdestiya hiqûqê ne têne piştgirîkirin, normên mafên mirovan ên navneteweyî bi eşkereyî têne binpêkirin.

Îro gelê Kurd û nûnerên wan ên ku ji ber nasnameyên xwe yên siyasî bi sûcdariya "terorîzmê" têne tawanbarkirin û krîmînalîzekirin. Her çiqasî rastiya ku siyasetmedarên Kurd zêdetirî 30 salan di zindanan de têne girtin li holê ye jî  paşguhkirina Ewropayê bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Gelo dewleta Elmanyayê wê bikaribe ewlehiya jiyanê û garantiyên yasayî yên penaberên Kurd ên ku dişînin Tirkiyeyê misoger bike? Di vê çarçoveyê de, em radestkirina penaberê siyasî Mehmet Çakas ê ku ti garantiyek yasayî nîne, bi ti awayî qebûl nakin.

Wek FED-KURD’ê, em bang li hemû welatên Ewropayê û bi taybetî Elmanya dikin ku li gorî qanûnên navneteweyî, mafên mirovan û nirxên demokratîk tevbigerin.

Em daxwaz dikin ku dawî li polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên li dijî gelê Kurd û nûnerên wan bînin.