Piştî ku cîhan ji serdema dawî ya qeşayî derket ji 18 hezar salan û wir ve ye raçînka nabatê berbelav bû û guherî. Ev berbelavbûn û guherîn ku beriya bi 3-4 hezar salî bilez bû, îro ji ber germbûna cîhanî ya ji ber sedema mirov hatiye asta rekorê.
Bi projeya Zemîndaneya Neotoma Paleoekolojiyê ku ji gelek zanîngehan lêkol tevlê bûne, zanyar bala xwe didin ser mestereyên raçînkên ku bûne fosîl û li guherîna wan dinerin. Pisporan dêhna xwe dane ser 1100 mestereyên polenan ku bûne fosîl û diyar kirin guherîna raçînka ya dema berdest pir zêde ye.
Polenên fosîl guherîna li ser raçînka nebatan weke şopa tiliyan encamên teqez dide. Mînak polenên ku ji raçînka nabatê ya li qadekê weşiyayî û ketî ser golekê û li zemîna wê dibe tebeqa, ji ya herî berê heta ya nû mestereyên polenan yek bi yek dikarin werin tespîtkirin. Bi vî rengî dikare were tespîtkirin bê ka di nav salan de raçînka nebatê çi qasî guheriye.
Li gorî lêkolînan ekosîstemên li cîhanê beriya bi 4 hezar salan stabîl bûne lê piştî vê ketine pêvajoyeke bilez a guherînê.
Nexasim guherîna ekosîtemê ku van demên dawî hatiye jiyîn weke ya herî zêde ya dîrokê tê nirxandin û zanyar vê bi germbûna cîhanî şîrove dikin.