Li gorî lêkolînên Komîsyona Karkeriya Zarokan a Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, di nava 10 salên dawî de zarok hîn bêhtir hatine xebitandin. Tenê meha Nîsanê 7 zarokên ku dihatin xebitandin jiyana xwe ji dest dan. Endamê komîsyonê parêzer Omer Sansarkan anî ziman ku meha Nîsanê li Bûrsa, Amed û Osmaniyeyê zarokên dihatin xebitandin jiyana xwe ji dest dan û karsazan jî xebitandina malbatên xwedî zarok ji bo xwe weke avantajê didîtin. Parêzer Sansarkan diyar kir ku ji zarokên jiyana xwe ji dest dane tenê 2 ji wan di navbera 15-18 salî de bûn, yên din hemû temenê wan biçûk bûn. Sansarkan anî ziman ku piraniya zarokên tên xebitandin di karê çandiniyê de tên xebitandin.
ZAROKATIYA KU DI KARÊN DEMSALÎ DE WINDA DIBE
Sansarkan ragihand ku karsaz bi zanebûn malbatên xwedî zarok dixebitînin û got, "Malbatên ku tevî zarokan diçin kar, nikarin mafê keda zarokên xwe werbigirin. Karsaz yewmiyê tenê dide mirovên bi temen. Lewma malbatên xwedî zarok ji bo karsazan hîn bêhtir sûdwar e. Malbatên ku keda zarokên wan tê xwarin her çend dozê vekin jî, qanûn bi kêrî karsazan biryarê didin. Mînak, tevî ku qedexe ye zarokekî kêm 18 salî li înşaetê bê xebitandin, di qezayeke kar de dadgeh têkildarî zarokên jiyana xwe ji dest didin, ceza li karsaz nabire. Halbûkî, xebitandina zarokekî li înşaetê tevî ku qedexe ye û ev yek ji aliyê karsazan ve tê zanîn, ji ber ku bûne sedema mirina zarokan divê karsaz bê cezakirin. Ji ber ku biryar û encama dadgehê tê texmînkirin, ne xema karsazane ku zarok bimire yan jî nemire. Yan jî dema ku zarokên 8 an jî 10 salî li karê çandiniyê tê xebitandin û jiyana xwe ji dest didin, dadgeh biryarê dide ku 'ji ber xemsariya dayik û bav e'. Di her halî de dadgerî karsazan diparêze."
SÎSTEMA PERWERDEYÊ KARKERIYA ZAROKAN ZÊDE DIKE
Parêzer Sansarkan diyar kir ku sîstema perwerdeyê ya 4+4+4 xebitandina zarokan zêde dike û got, "Bi bicihanîna vê sîstema perwerdeyê re li gorî daneyên TUÎK'ê, karkeriya zarokan a li Tirkiyeyê bi 7 qatî zêde bûye. Li gorî daneyan li Tirkiyeyê niha zêdeyî 2 milyon zarok tên xebitandin. Qala daneyên nefermî nakim. Dema ku mirov daneyên nefermî jî lê zêde bike, hingî ev hejmar gelekî zêdetir dibe."
HER SAL 60 ZAROK DIMIRIN
Parêzer Sansarkan ragihand ku hejmara saziyên civakî yên sivîl ên di mijara zarokan de dixebitin gelekî kêm e û got, "Baro di vê mijarê de hewl didin tiştekî bikin, lê belê li nava gelek baroyan navenda mafên zarokan jî nîne. Weke beşek ji navenda mafên mirovan tê destnîşankirin. Mînak, ji baroyên herêmê navenda mafên zarokan a Baroya Amedê bi rengekî çalak dixebite. Li gelemperiya Tirkiyeyê jî li Enqere, Stenbol, Îzmîr û Amedê ev navend heye.
Di nava van de ya herî baş dixebite ya Amedê ye. Tevî vê yekê jî kêmasiyên me gelek in. Mînak, em nikarin bi têrkerî mijara xebitandina zarokan ji raya giştî re ragihînin. Bi saziyên civakî yên sivîl re dikare bala raya giştî bikişînin ser mijarê. Ji ber ku her sal zêdeyî 60 zarok di xebitandinê de jiyana xwe ji dest didin. Li aliyekî hejmara zarokên tên xebitandin zêde dibe, li aliyê din jî bi dehan zarok jiyana xwe ji dest didin."
Parêzer Sansarkan destnîşan kir ku ji bo pêşî li xebitandina zarokan bê girtin divê beriya her tiştî nakokiyên li nava qanûnan bên sererastkirin û sîstema perwerdeyê bê nûkirin.