Li Îkîzdere 5 gundiyên li ber xwe didan destgîrkirin

Ji gundiyên li dijî kana kevir a li Îkîzdere ya Rîzeyê li ber xwe didin, 5 jê hatin destgîrkirin.

Gundiyên ku bi rojan in li dijî kana kevir a ku kargeha Cengîz dixwaze li Îkîzdere ya Rîzeyê veke, li ber xwedidin, vê sibehê dîsa di saetên sibê de kar destpê kir. Leşkeran pêşiya gundiyan girt, 5 gundî destgîr kirin. Jinan jî ji bo mekîneyên kar, nexebitin çûn ser daran. Leşkerên ku bi darê zorê dixwazin gundiyan ji gelî derbixin, ji derveyî rêyên gundî yên diçin gelî rêyên çiyayî girtine. Piştî êrîşa leşkeran kesek serhişê xwe çû.

Xebatên berê 3 rojan hatibûn sekinîn, bi ketina mekîneyên kar a gelî re ji nû ve destpê kir. Bendewariya gundiyan dewam e.