Her ku ava okyanûsê radibe qelha daristanan tê

Tê zanîn ji ber germbûna cîhanî ava okyanûsê radibe, li peravên eyaleta Carolînaya Bakur daristanên ku qelihîn e, asta ziyanê nîşan dide.

Li hemû peravên eyaleta Carolînaya Bakur a DYE'yê daristan li ber çavê mirov diqelin. Gotareke ku kovara Ecologîcal Applîcatîonsê meha borî dayî balê dikişîne ser vê rastiyê .

Di gotarê de ku li ser wê lêkolînê disekine ku bala xwe daye ser qelha daristanên li ser xetekê ya li qada Allîgator Rîver Parastina Sirûştî ya Netewî, tê diyarkirin tiştên ku bûne anarmal e. Ji ber ku qadên daristanî û hêşîn ên li peravê qir bûne lê li şûna wan tiştek şîn nehatiye. Tê diyarkirin li van deran bi dirêjahiya bi kîlometreyan a peravê ji ber ava okyanûsê ziyaneke pir mezin gihaştiye ekolojiyê.

Di lêkolînê de ku gelek biyolog tevlê bûnê li gorî lêhûrbûna li herêmên peravê sedema qelha daristanan rabûna ava okyanûsê ye, ku tê zanîn ava okyanûsê ji ber germbûna cîhanî radibe.

Tê diyarkirin bi rabûna avê re li şerîda peravê ava okyanûsê tevlî axê dibe û wiha daristan diqelin. Pisporên ku tevlî lêkolînê bûne destnîşan dikin ava deryayê ji ava şîrîn 400 carî zêdetir bi xwe ye, hêwîbûna sererd û binerd nahêle ku darên nû hêşîn bibin.

Yek ji pisporan Emîly Ury dibêje asta okyanûsê vê sedsala dawî bi qasî 30 santîmî rabûye. Ury dibêje li gorî deverên din ên cîhanê ev rêje zêde ye û darên li daristanên li herêmê nikarin adapteyî vê bibin.