Hevserokên HDP'ê Buldan û Sancar peyama cejnê dan

Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar Cejna Remezanê pîroz kirin û gotin, "Bi hêviya ku ewrên reş ên li ser gelê me û mirovahiyê belav bike û bibe wesîleya rojên xweş û ronak, Cejna Remezanê li gelê me û li hemû Misilmanan pîroz û bimbarek be!"

Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kirin û gotin, ''Bi hêviya ku ewrên reş ên li ser gelê me û mirovahiyê belav bike û bibe wesîleya rojên xweş û ronak, Cejna Remezanê li gelê me û li hemû Misilmanan pîroz û bimbarek be.''

Peyama pîrozkirina cejnê ya hevserokan wiha ye:

"Cejna Remezanê ya gelê me pîroz be

Di nav şer, pevçûn, dagirkerî, zilm, neheqî, xizanî, pandemî û şert û mercên dijwar de em Cejna Remezanê ya 2021’an bi dilekî xemgîn pêşwazî dikin. Li her aliyê cîhanê zalimên zordest, ji bo berjewendiyên xwe hemû nirxên mirovahiyê binpê dikin. Dixwazin zilm û tarîtiyê pêl bi pêl belav bikin û text û tacê xwe yê zordestiyê qayîm bikin. Li şûna biratiyê dijminahiyê, li şûna aştiyê şer, li şûna yeksaniyê stemkariyê li ser gelan ferz dikin. 

Ruhê cejnan ruhê aramî, aştî, piştgirî û piştevaniyê ye. Ruhê biratî, dostanî û yeksaniyê ye. Em ê vê Cejna Remezanê jî, bi ruhê wê û wateya wê ya rasteqînî pîroz bikin. Di Cejna Remezanê ya îsal de em, piştgirî û piştevaniya xwe xurt bikin û li dijî neheqî, zilm û zordariyê têkoşîna xwe ya heq û edaletê bilind bikin. 

Cografyaya me wekî baxçeyê gelan, baweriyan û cudahiyan e. Nirxên qedîm ên mirovahiyê dewlemendiya me ya herî mezin e. Di vê cejnê de jî hêvî û daxwaza me ew e ku, li welatê me û li temamî cîhanê hemû duayên ji bo aştî û aramiyê, biratî, yeksanî, azadî û tenduristiyê tên kirin, biqebilin. Cejna Remezanê bibe wesîleya şîfaya xêrê ji bo hemû nexweşan û rojên xêr û bereket ji bo gelê me û temamî mirovahiyê. 

Bi hêviya ku ewrên reş ên li ser gelê me û mirovahiyê belav bike û bibe wesîleya rojên xweş û ronak, Cejna Remezanê li gelê me û li hemû Misilmanan pîroz û bimbarek be. Em hêvî û daxwaz dikin ku Cejna Remezanê ya îsal yekîtî, piştgirî û hevgirtina me xurt bike û aramî, azadî, xweşî, silametî û aştiyeke birûmet û mayînde bîne."