Greva birçîbûnê ya bi armanca piştgiriya girtiyên siyasî û nexweş ên ku li girtîgehên tîpa bîrê tên girtin re li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatibû destpêkirin di roja duyemîn de didome.
Koma ku di 3’ê Tirmehê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirî, di roja duyemîn de li kolanên Viyanayê bi karkeran re hevdîtin kirin û der barê çalakiya xwe de agahî dan.
SERDANA RÊXISTINA EFÛYÊ YA NAVNETEWEYÎ KİRİN
Çalakvanan serdana ofîsa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li Viyanayê kirin û agahiyên derheqê şert û mercên girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê de bi nûnerê rêxistinê re parve kirin. Nûnerê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî K. Haller di civînê de got ku ew ji vê mijarê agahdar in û ew ê navenda xwe ya li Londonê ye agahdar bikin.
LI BER STASYONA TRENÊ STANDA AGAHIYÊ HAT DANÎN
Çalakvanan ligel Komeleya VTID a girêdayî ADIF’ê, li ber stasyona trênê ya Viyanayê ku yêk jî stasyona herî qelebalix a bajêr e, di seat 14:302an de, standa agahdariyê danîn. Standê eleqeyek mezin kişand û çalakvanan bi daxuyaniyan, derheqê astengiyên li pêşiya mafê tenduristiyê yê rojnamevana nexweş Sevda Erkilinç de agahdarî dan û şert û mercên tecrîdê yên ku girtiyên siyasî dijîn hatin parvekirin.
JI GIRTIYAN RE NAME ŞANDIN
Çalakvan û piştgiran, di seatên êvarî de li Komeleya Çandî ya Jelkanê kom bûn û ji girtiyên siyasî re name şandin. Di çalakiyê de qala bandora tecrîdê û girîngiya piştevaniya li hember van zext û pêkutiyan kirin.
SERDANA NAVENDA ÇANDA ELEWIYAN JÎ KIRIN
Herî dawî çalakvanên greva birçîbûnê serdana Navenda Çanda Elewiyan a girêdayî FEDA’yê ya Viyanayê kirin. Di serdanê de bi rêveberên navendê re li ser girtîgehên tîpa bîrê damûstamdin kirin. Di axaftinan de li ser girîngiya hevgirtina bi girtiyên şoreşger re axaftin hatin kirin û banga li kolanan berfirehkirina têkoşînê kirin.