HDP’î li Mêrsînê bi masîvanan re civiya

HDP’î di roja dawî ya Hevdîtina Ekolojiyê de bi masîvanan re civiya.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya ‘Hevdîtina Ekolojiyê’ de di roja dawî ya hevdîtinên xwe yên li Mêrsînê de serdana masîvanên navçeya Akdenzî kir. Masîvanan ragihand ku îsal rêjeya masiyan kêm e, li gorî salên borî; bal kişandin ku yek ji van sedeman xebatên masîvanî yên endustriyl û qirêkirina behrê ne. Masîvanan anî ziman ku ji ber qirêjiyê jî nifşên masiyan kêm dibe.

Parlemenerê HDP’ê Ridvan Tûran jî diyar kir ku wê li pişt masîvanan bin û xebatên têkildarî mijarê jî bikin.