Li hola pirtûkxaneya Tewar ya Silêmaniyê bi tevlîbûna gekek siyasetmedar, hûnermend, aktivîst û kesên serbixwe komxebata ragihandina platforma ‘Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ hatibû lidarxistin piştî nirxandinan gihiştin hinek biryaran.
Biryarên hatine girtin wiha ne:
- Piraniya beşdarvanên li ser lidarxistina konferansê yek deng in.
- Em di serdemeke rizgarî û neteweperweriyê re derbas dibin. Divê em neteweperwer bin, bêyî ku bîrdozî an partiya me ya siyasî çi be.
- Berdewamiya lidarxistina platform û çalakiyan.
- Jin divê li gel yekîtiya neteweyî, li ser yekîtiya xwe bifikirin û bi vê hişmendiyê divê jin di vê qonaxê de cih bigirin, divê ne li ser asta kota li ser asta kêrhatî û danehevî di qada siyasî de cih bigire.Kadınların baskı altında tutulduğu yasalarla mücadele edilmelidi
- Divê li dijî qanûnên ku zext li ser jinan tê kirin, têbikoşin. Di serî van de Qanûna Kesî tê.
- Divê jin bi yekgirtî di konferansê de cihê xwe bigire ji bo cihê xwe di vê qonaxa dîrokî de xurt bike. Amadekariyên baştir ji bo Konferansa Jinên Başûr û piştre jî ji bo kongreya sêyemîn a Yekîtiya Jinên Neteweyî. Yekîtiya Jinên Kurd dikare gaveke girîng be ji bo karkirina vê qonaxê.
- Divê jin xwe ji qedexeyên îdeolojîk, civakî û hemû ramanên wê diçewisîne rizgar bikin. Divê bala xwe bidin hişmendiya bingehîn û bi awayekî azad bifikirin û têbikoşin.
- Divê platform xwe wekî platformek jinan bide nasîn da ku rê li ber fikaran bigire.
- Beşdarbûna jinan di vê yekîtiya neteweyî de divê li dijî pergala kapîtalîst a cîhanî berxwedan û li dijî dagirkeriya pir alî ya vê hêza mêtînger bibe têkoşîn; bi taybet bala xwe bide pirsgirêkên jinan di warên aborî, siyasî, civakî û hiqûqî de.
- Bihêzkirina jinan, hişyarkirina jinan û mêran derbarê maf û azadiya jinê de, dûrketina ji hişmendiya sermayedariya zayendî ku jinan tenê weke amûrê dibîne.
- Jinên ku di nava parlementoyê de cih digirin bêyî hişmendiya partî û hîzbî kar ji bo jinan bike.
- Divê jin li gorî kêrhatî û bi qasî pêwîst di nava komîteyê de cihê xwe bigirin.
- Divê jin zextê li ser aliyan bikin da ku bi hev re gavên bi bandor bavêjin.
- Sazkirina enstîtuyekê ji bo nûjenî û bihêzkirina jinan di warên aborî, civakî û siyasî de.
- Divê di bernameya Konferansa Başûr de li ser asta her çar beşên welat bal were kişandin ser pirsgirêkên jîngehê, ji ber ku rewşa jîngehê pir bi jinan ve girêdayî ye.
- Divê di hemî aliyan de jin bala xwe bidin lêkolînan û lêkolînên li ser rewşa jinan.