Li Fransayê biryarnameya ji bo bikarneanîna plastîkê

Li Fransayê, bi rêya biryarnameyeke wezaretê ya li 'qanûna li dijî avêtinê' hate zêdekirin, tê xwestin ku gav bi gav dawî li ambalajên plastîk bê anîn.

Biryarnameya ku ji aliyê Wezareta Veguherînê ya Ekolojîk ve hate weşandin, tê xwestin ku heta sala 2040'î bi temamî dawî li bikaranîna ambalajên plastîk bê anîn. Biryarname vê gavê pêkanînan ferz nake, tenê 'teşwîqê' dike. Armanca destpêkê ya biryarnameyê ew e ku bikaranîna ambalajên plastîk heta dawiya sala 2025'an ji sedî 25 kêm bike.

ARMANC EW E KU GAV BI GAV BÊ BIDAWÎKIRIN

Biryarnameya bi sernavê 'Kêmkirin, Jinûve Bikaranîn û Veguhertin'ê hate weşandin, dixwaze ku bikaranîna hemû ambalajên plastîk ên li qadên şexsî, bazirganî û endustriyî kêm bike.

Ev yek ji bo Fransayê gaveke nû ye ku armanca destpêkê ya biryarnameyê ew e ku bikaranîna plastîkê heta sala 2025'an ji sedî 25 kêm bike. Armanca duyemîn jî ew e ku weke di mînaka ambalajên pîl an jî ampûlan de tê dîtin, ambalajên ji bo carekê têne bikaranîn 'yên nepêwîst' heta sala 2025'an bi temamî biqedîne. Armanca sêyemîn jî heta sala 2025'an hemû ambalajên plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn bên veguherandin.

LI ŞÛNA PÊKANÎNÊ WÊ BÊ TEŞWÎQKIRIN

Ev pêşnûmeya ku li gorî hiqûqa nepêkanînan hatiye amadekirin, ji bo karibe bigihêje armancên xwe wê 'teşwîqên fînansî' pêşkêş bike.

Li gorî daneyên Wezareta Veguherîna Ekolojîk li Fransayê her sal bi 2.2 milyon tonî ambalajên plastîk tên hilberandin.