‘Li Licê dar ji kokê têne rakirin’

Berdevkê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işikli nerazîbûn nîşanî birînda daran a li Lîcê kir û got: “Bi hatina werza biharê re li daristanên Kurdisanê birîna daran û şeweta darisanan destpê dike û bi vê yekê dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin."

Di 14’ê Nîsanê de, li gund û mezrayên Derxûs, Huseynik û Karahasan de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û di operasyona ku 3 rojan domkir de li gundê Dêrxus di bin çavdêriya leşkeran de dar hatibûn birîn. Birîna daran a li gundê Dêrxûs bi rojane berdewam dike. Bi cerdevanên ji navçeya Pasûr û Sasona Êlihê anîn re, vê carê li heremeke cuda ya daristanê bi motorên daran dar hatin birîn. Li aliyê din bi makîneyên kar ên anîn cihê heremê, dar ji kokê hatine rakirin.

Berdevkê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işikli, di derbarê mijarê de axivî û xwest birîna daran were rawestandin û her kes xwedî li daristanan derbikeve.

‘LI KURDISTANÊ ŞEWAT Û BIRÎNA DARAN BIRÎINEK NEKEWANDIYE’

Işikli anî zmian ku her sal bi hatina werza biharê re li daristanên Kurdisanê birîna daran û şeweta darisanan destpê dike û wiha axivî: “Li herêmê wextê operasyon têne lidarxistin teqez birîna daran û şewata daristanan jî destpêke dike. Li Herêma Licê di 14’ê Nîsanê de, li gundê gund û mezrayên Derxûs, Huseynik û Karahasan de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û di operasyona ku 3 rojan domkir de li gundê Dêrxus di bin çavdêriya leşkeran de dar hatibûn birîn. Berî vê rojekê li herêma Şirnexê ku bi mehane dartê birîn û agir bi daristanan tê vexistin. Ji Cudî heta Besta, Gabar û heta Betlîs û Dersimê timî şewat û birîna daran di rojevê de ye. Roja ku weke platfor me li ser şewat û birîna daran ên li Şirnexê dida di heman wextê de agahiya birîna daran ya li gundewarên Licê hat. Li Kurdistanê birîna daran û şewata daristanan birînekî nekewandiye.”

‘DARÊN TÊN BIRÎN TÊNE FIROTIN’

Işikli da zanîn ku gelek balkêşe li gund û mezrayên Derxûs, Huseynik û Karahasan ku niha birîna daran berdewam dike pirojeyek hatibû destpêkirin û wiha pêde çû: “Divê pirojeyê de jî tê xwestin ku îhaleyan vekin. Bi vê re jî birîna daran destpêkir. Dibe ku ev darên niha li herêmê têne birîn bene firotin. Ev ne tiştekî ji rêzê ye, ev yek ji bi polîtîkayên şer re girêdaye. Li Kurdistanê wextê operasyon destpê dike yan berî operasyonê yan jî piştî wê birîna daran destpê dike. Sala borî şewata daristanên Licê, li ser malperên civakî me xist rojeva sereke. Piştî wê tenê du wesayît ji bo agir vemirînin ketin li ser rê. Lê pêdivî hebû ku ji jor de mudaxele hatiba kirin lê li Kurdistanê ev ne gengaze. Ji ber ku di dema şewatê de welatiyên herêmê bi derfetên xwe dixwazin agir vemirînin lê rayedar destûra vê yekê jî nadin. Sala borî ji aliyê Wezareta Daristan û Çandiniyê ve raporek hate eşkere kirin û li 19 cihan şewata daristanan hebû, lê mixabin li gel bi rojan şewata li Licê berdewam kir jî wezaretê cih nedabû şewata daristanên Licê. Mirov di vir de jî dibîne ku polîtîkayek taybet li ser xwazaya Kurdistanê tê meşandin.”

‘DARAN BI MAKÎNEYÊN KAR JI KOKÊ RADIKIN’

Işikli destnîşan kir ku bi makîneyên kar ên anîn cihê heremê, dar ji kokê têne rakirin û wiha got kir: “ Li Derxûsê çiyayek biçûk heye ji herdû aliyan ve dar tên birîn û ev dar ji kokê ve têne rakirin. Ev herêm ji daran hatiye paqijkirin, ne tenê erdên xezîneyê erdê gundiyan bi xwe jî dar ji binî têne birîn. Ev çend roje bi çar makîneyên kar ên anîne cihê herêmê, daran ji kokê radikin. Weke platform û saziyên sivîl ên Amedê me xwest em biçin herêmê lê destûr nehate dayîn. Şewat û birîna daran her sal bi awayek sistematik destpê dike û bi vê re dixwazin herêmê bê mirov bihêlin. Gelek balkêşe berî 6 mehan li Cudî piştî operasyonê birîna daran destpê kir û bi qemyûnan dar ji herêmê radikirin û dibirin difirotin. Niha Cudî ji daran xalî kirin. Her wiha darên kewzanan ên ku gel pê debariya xwe ya jiyanê dikin jî ji kokê de têne rakirin. Daristan ji bo me hemûyane û divê her kes xwedî li daristanan derbikeve.”