Saziyên Êzidiyan: Cejna Remezanê li bawermendên demokrat û welatparêz pîroz be

Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê cejna Remezanê li welatparêzên Kurdistanê û bawermendên cîhana Îslamê yên demokrat û mirovperwer pîroz kir û got, "Em hêvîdarin ku em hemû cejnên xwe li welatê xwe yê rizgarkirî, azad û demokratîk pîroz bikin."

Bi navê saziyên civaka Êzidî; Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK), Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Patriya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Şaxê Ewropayê, Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ), Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan (SMGÊ) bi wesîleya Cejna Remezanê peyameke hevpar weşandin.

Peyama ku bi sernavê "Cejna Remezanê li bawermendên demokrat û welatparêz pîroz be" hate weşandin, wiha ye:

"Di bin zirufên şer, zext, komkujî û dagirkeriyê de ev cejna dîsa tê himbêzkirin. Dijminê Kurd û Kurdistanê sond xwarine ku nehêlin cejnên gelên me di nava aştî u aramiyê de derbas bibin. Çavsorî, curum û hovîtiya wan bûye taybetmendiyeke kronîk ji bo wan. Lê belê nifta çareseriyê ku li dijî vê feraset û kiryarên wan ên faşîst ew e ku em hemî gel û baweriyên heremê bi yekdestî û bi ruhê bratiyê têkoşîna xwe bi hêztir û xurttir bikin. Heger li kêleka baweriyên xwe em karibin hişmendiya demokrasî u xweşbîniyê bidin pêş encex wê demê wê jiyana hevbeş û azad pêkan be.

Bi saya têkoşîna tevgera azadiyê û berdêlên giran em karin bêjin ku çira hêviyê û jiyana demokratîk hatiye pêxistin. Xwedîderketina li ax û welat û her wisa vê têkoşinê û şehîdên wê, baweriya bi Ezdayê dilovan temam dike. Bawerî û bawermendiya di bin nîrê koletiyê de maqûl nîne û her wisa jî ne îlahî, ne wijdanî û ne jî siyasî ye.

Li ser vê bingehê û bi vê baweriyê em cejna welatparêzên Kurdistanê û hemî mirovên bawermendên cîhana Îslamê ên demokrat û mirovperwer pîroz dikin. Em hêvidarin ku em hemî cejnê xwe li welatê xwe rizgarkirî, azad û demokratîk pîroz bikin."