CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Ji bo avhewayê, divê polîtîkayên aboriyê bên guhertin!
Li gorî rapora dawî ya ji aliyê Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) ve hate weşandin, ji bo serxistina armancên avhewayê pêwîste polîtîkayên aboriyê jinûve bêne nirxandin. -
Gelo WWF dema ku xwezayê diparêze, mirovan ji bîr dike?
Weqfa Parastina Xwezayî ya Cîhanê (WWF) ku bi êşkenceya li gelên xwecihî ya bi navê parastina xwezayê tê sûcdarkirin, gumanên li ser karên wê zêde dibin. -
KCDK-E, TJK-E û MEH'ê peyama piştevaniyê ji bo cotkar û masîgirên Hîndî dan
KCDK-E, TJK-E û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê peyama piştevaniyê ji bo cotkar û masîgirên Hîndî nîşan dan ku niha li ber xwe didin û gotin, ''Ya gel divê li cem gel be.'' -
Heywanên berî ku ji ber xebatên mirovî direvin, qir dibin
Li gorî lêkolîneke kovara Nature Ecology & Evolution hin heywanên berî ku ji ber aktivîteyên mirovî qadên xwe yên jiyanê berdidin têne ber qirbûnê. -
Welatên ku wê germa global herî zêde bandorê li wan bikin
Li gorî lêkolînekê germa global wê bandoreke giran li gelek welatan bike û nîvê van welatan li parzemîna Efrîkayê ne. Welatên wekî Japonya û Hindistan jî di vê lîsteyê de ne. -
'Okyanûs ne bi hişyarkirinê, lê bi hewldanan dikare bê paqijkirin'
Hawirdorparêzan diyar kirin ku agahdarkirina têkildarî qirêjiya plastîk a li okyanûsan wê pirsgirêkê çareser neke û destnîşan kirin ku bi rêya katamaranên mezin qirêjî dikare bê kêmkirin. -
YE bi hinceta ‘jehrî ye’ lîmonan ji Tirkiyeyê nakire
Tirkiye ji meha Mijdarê ve dixwaze lîmon di serî de gelek mêweyan têxe bazara Yekîtiya Ewropayê. Derket holê ji ber ku di lîmonan de rêjeyeke zêde jehr heye, Yekîtiya Ewropayê lîmonan nakire. -
Xwezaya Rojhilatê Kurdistanê di bin êrişeke giran de ye
Xwezaya Rojhilatê Kurdistanê ku bi bedewî, şênkahî, av û berhemdariya xwe navdar e, dibe hedefa êrişan. -
Mirovên li qadên şînkahiyê dimînin, zû bi zû nexweş nakevin
Li gorî lêkolîneke li DYE'yê hate kirin, mirovên ku malên wan li cihên şînkahiyê ne, zêde bi nexweşiyên ji ber qirêjiya hewayê nakevin. -
Bandora şênkahiyê li ser xirecirê
Li gorî lêkolîneke ku li Swîsreyê hate kirin, şênkahî erênî yan jî neyînî bandorê li ser xirecirê dike. -
Wanê dikin bajarekî betonê
Jiyana taxan a li Wanê, van salên dawî piştî projeyên vegûherandinê yên bajêr û dagirkirina çêke-bifiroşe, ber bi tinebûnê ve diçe. -
Di bombebarankirina Tirkiyeyê de, 250 pez telef bûn
Li herêma Balekayetî ya Herêma Kurdistanê di êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk de, 250 pezên gundiyan telef bûn. -
Li Kerkûkê konferansek pêşîgirtina li madeyên hişber
Li hola Peymangeha Perwerde ya Nefta Kerkûk, bi pêşengiya Wezareta Karê Hindir ya Iraq û Rêveberiya Polîsên Madeya Hişber, bi navê ‘Ji bo jiyana te û civakê, na ji bo madeyên hişber’ konferansek hate lidarxistin. -
Li Amedê berf bariya
Li Amedê ku ev demeke hewa mîna biharê ye, berfa ewilî ya salê lê kir. Bajar bi rengê spî xemilî. -
Dengbêj Cemalê Mihê hate veşartin
Dengbêj Cemalê Mihê li Şirnexê hate veşartin. -
'Dizî' û pevguhertina meymûnên li perestgeha Uluwatuyê
Meymûnên 'dizek' ên li perestgeha Uluwatu ya li girava Balî ya Endonezyayê, alavên hêja yên serdêran didizin û di berdêla xwarinê de didin wan. Meymûn destê xwe nadin alavên 'bêqîmet'. -
Işikli: Zuhatî encama heskirina rayedaran a HES û bendavan e
Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê Vehap Işikli diyar kir ku siyaseta şaş a desthilatê ya rant û talana xwezayê, her ku diçe xeteriya zuhatiyê mezintir dike. -
'Li dijî xwezaya Kurdistanê polîtîkayên taybet tên meşandin'
Li qûntara Çiyayê Cudiyê ava qirêj a kanên komirê, diherike nava Newala Nerdûşê û avê qirêj dike. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku li dijî xwezaya Kurdistanê polîtîkayên taybet tên meşandin. -
14 salan 43 milyon hektar qada daristanî tune bû
Li gorî raporekê ku ji aliyê Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) ve hate weşandin, karê bêdarhiştina cîhanê zêde bûne. Tenê 14 salên dawî qadeke daristanî ya bi qasî Iraqê tune bû. -
Li dijî kana madenê gundî li ber xwe didin
Li Çemîşgezekê ya Dersimê gundî li dijî kana madenê ya bêdestûr derketin, rê girtin û nehiştin wesayitên bikevin hundir. -
Li Bosnayê bi sedan penaber di nav sermayê de dijîn
Li Bosnayê piştî ku dawiya Kanûnê kampa wan şewitî bi sedan penaber bêgav mane ku li nîvê zivistanê bi rengekî bê kon bijîn. -
Di sala 2020’ê de germahiya kurewî zêde bû
Sala borî germaniya kurewî di asta rekorê de bilind bû û li gorî rêjeya beriya dema pîşesaziyê 1,25 pile hê zêdetir bû. -
Di wesayitên bi elektrîkê de rekor a Norwêçê ye
Wesayitên bi elektrîkê li Norwêçê di nav wan de ku nû plaka li wan kirine bû 54 ji 100'î. -
Elmanyayê rêjeya belavkirina CO2 kêm kir
Elmanya ku hîn jî li Ewropayê yek ji wan welatan e ku herî zêde karbondîoksîtê (CO2) belav dike, armanca xwe ya têkildarî vê mijarê par bi sala şewbê bi cih anî. -
Salvînîa ji bo Gola Ossayê bûye metirsiyeke mezin
Gola Ossa ya li Kamerûnê ku ji bo eko sîstema li herêmê gelekî girîng e, ji aliyê nebata Salvînîa ve hatiye talankirin.