Salane bi 267 gîgatonî qeşa dihele

Lêkolînerên Fransayê di navbera salên 2000-2019'an de bi sed hezaran wêneyên peykê lêkolîn kirin û tespît kirin ku salê bi 267 milyar tonî qeşa dihele.

Li gorî lêkolînê, di navbera salên 2000-2004'an de nêzî 227 gîgaton (milyar ton) ji qeşaya li cîhanê diheliya. Rêjeya qeşa ku di navbera salên 2015-2019'an de heliya gihîşt 298 milyar tonî. Di vê lêkolînê de qeşa li Gronland û Antarktîkayê nebû. Tenê qeşa li derdora Gronlandê hate lêkolîn.

Di lêkolînê de hate ragihandin ku ji pênc paran parek ji bilindbûna ava li okyanûsê ji ber helandina qeşayê bûye. Hate destnîşankirin ku ev yek gefê li wargehên bi sedan milyon mirov lê ne dixwe. Li gorî vê yekê, li qeraxên okyanûsan ên bi rîsk, nêzî 200 milyon mirov hene.

Li gorî lêkolînê, qeşa Upsala ya li qadeke ji 800 kîlometreyî ya li Patagonya ya li Arjantînê, di navbera salên 2003-2018'an de salen derdora 4 metreyî kêm bûye.

Yek ji encamên lêkolînê ew e ku helandina qeşa li cîhanê di demên cuda de di asteke cuda de bûye. Mînak qeşa li Îzlandayê bi giranî di dema navbera salên 2000-2004'an de heliya. Helandina qeşa li Hîmalayan jî bi giranî salên dawî zêde bû.

LI HIN HERÊMAN HÎN BÊHTIR DIHELE

Lêkolîneran diyar kirin ku qeşa li hin herêman hîn bêhtir dihele û tespît kirin ku helandina li Alaskayê ji sedî 25 ê tevahiya helandina qeşayê ye. Helandina qeşa li derdora Gronlandê ji sedî 13, helandina li Arktîka Kanadayê jî ji sedî 20 a tevahiya helandina qeşayê bû.

GEFÊ LI WARGEHAN Û ÇANDINIYÊ DIXWE

Li gorî lêkolînê, okyanûs ji sala 2000'î ve her deh salan carekê bi 4 santîmetreyî bilind dibe û hate destnîşankirin ku 7.4 mîlîmetreyê vê yekê ji ber helandina qeşayê ye. Tê ragihandin ku bilindbûna okyanûsan weke ku di mînaka Bangladeşê de tê dîtin wê gelek wargehên li gelek welatan di nava avê de bihêle.

Bandoreke din a helandina qeşayê wê yekser li qadên çandiniyê be. Li gelek welatan zeviyên li cihên bilind bi mehên havînê re bi ava ji qeşaya dihele tên avdan. Lê belê ji ber ku di sedsala dawî de beşeke girîng a qeşayê heliya ye, ev yek wê bandoreke giran li karê çandiniyê bike.