Ji bo yên li Dersimê hatin qetilkirin find pê kirin

Di salvegera Qetlîama Dersimê de ji bo bîranîna yên hatin qetilkirin, saet 19:37’an li ser şibake û pêşiya malan bi duayan find hatin pêkirin.

Di salvegera Qetlîama Dersimê de xelkê Dersimê qurbanî bibîr anîn. Piştî eşkerebûna Biryara Desteya Wezîran û şûnde gelê Kurd sala 2010’an 4’ê Gulanê weke ‘Roza Şiyaye’ ango ‘Roja Reş’ îlan kir.

Ji bo yên bûne qûrbanî her sal 4’ê Nîsanê qûrnefîlan davêjin çemê Mûnzûrê û luqûm tên belavkirin.

Îsal ji ber qedexeya şewba vîrûsa Koronayê, Dersimiyan saet 19:37’an li ser şibake û pêşiya malan bi duayan find û çira pêkirin, qurbanî bibîr anîn.