Dermanê çandiniyê ku dibin sedema pençeşêrê: Biryareke dî jî

Têkoşîna dijî dermanên çandiniyê ku dibin sedema pençeşêrê li DYE'yê bi biryara darazê careke dî hate pejirandin, ev berhemên wiha hê jî têne bikaranîn.


Bi salan e fikar dihate kirin gelek dermanên ji bo giya û kêzikan ku şîrketa Amerîkan Monsanto difiroşe dibe sedema pençeşerê, ku ev şîrket ji hêla fîrmaya Bayer ya Elman ve hatibû kirîn. Bi sedema ku gelek derman bandorê li ser tendiristiya xebatkarên çandiniyê û mezaxtêran dike, hate xwestin ku gelek derman werin qedexekirin, di serê van de jî dermanên şîrketa Monsanto heye.

Di serê wan dermanên Monsanto de ku dibe sedema pençeşêrê 'Roundup' heye. Piştî ku bi hezaran kesî gilî kir ku ev derman dibe sedema pençeşerê doza wê li dadgehên Emerîkayê didome.

Di serê wan pençeşêran de ku dermanê bi navê Roundup dibe sedema wê, pençeşêra xwînê ya bi navê lenfomaya derveyî Hodgkîn (HDL) tê.

Ji sala 2015'an û wir ve li DYE'yê bi hezaran kes ji ber nexweşiya pençeşêrê ku pê ketine li giliyê Monsanto li dadgehên xwecih û federal kirine.

Dozek ji van jî ji hêla xebatê çandiniyê yê malnişînbûyî Edwîn Hardeman ve hatibû vekirin, ku ispat kiribû pençeşêra HDL ji ber dermanê çandiniyê yê bi navê Roundupê ye. Hardeman ê ku ispat kiribû ev derman dibe sedema pençêşêrê dadgehê biryar dabû ku 80 milyon dolar tazmînatê bidinê, piştre ev anîbûn 25 milyon dolaran.