Dewleta Tirk a dagirker li Cûdî qira daran tîne

Cerdevanên dewleta Tirk a dagirker li qada Tîkera a Bestayê ya Çiyayê Cûdî qira daran tîne.

Li herêma Tîkera ya Bestayê ya Çiyayê Cûdî ya Şirnexe, cerdevan di bin kontrola leşkerên dagirker ên Tirk de qira daran tînin.  Hate gotin cerdevanên ku ji Bajarokê Sêgirkê ya Qilebanê çûne û bi alîkariya hin kesên din qira daran tînin. Ji roja Sêşemê ve dar têne birîn û hate gotin bi qasî 400 tonî dar hatine birîn.

Hate gotin piranî jê cerdevan 70 kes in ên ku daran dibirin û daran didin ber xîzaran. Hate diyarkirin 30 trektor birine cihê ku dar lê hatine birîn û bi kêmanî çar sefer kirine û dar ji herêmê birine. Darên ku hatine birin dibine tabûra leşkerî ya di navbera Sêgirkê û Gundikê Melî de.

Sala çûyî jî li qada Gûrarîştê, Gera Rûviyan, Şikêra Keran û Banê Elî yên li bejahiya gundên Cifan,, Nerex, Gilindor, Nêvava, Sorbitinê, Bêşerê û Gundikê Remo dar hatibûn birîn.