Greva birçîbûnê ya Londonê bi dawî bû: Em ê têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bikin

Greva birçîbûnê ya li Londonê hatibû destpêkirin bi dawî bû. Di daxuyaniyê peyama "Têkoşîna me ya li dijî tecrîdê wê bidome" hat dayîn û hat destnîşankirin ku divê hestyariya kûrewî ya li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê berfireh bibe.

Greva birçîbûnê ya sê rojan a li dijî girtîgehên "tîpa bîrê" ên li Tirkiyeyê li paytexta Îngilistan Londonê hatibû destpêkirin, bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû. Çalakiya ku bi pêşengiya TSP (Platforma Dengê Girtiyan), AVEG-KON (Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropayê), SKB (Yekîtiya Jinên Sosyalîst) û YS (Young Struggle) hate lidarxistin, bal kişandin ser şert û mercên tecrîda dijwar a li Tirkiyeyê.

Di tevahiya geva birçîbûnê ya ku di 3’yê Tîrmehê de dest pê kir, li Wood Green a ku yek ji herêmên herî qerebalix ên Bakurê Londonê ye, belavok hatin belavkirin, çalakiyên kolanan û panel hatin lidarxistin. Bi axaftinên ajîtasyonê û belavokên ku di tevahiya grevê de hatin belavkirin de bal kişandin ser şert û mercên tecrîda dijwar ên li girtiyên şoreşger û siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên meşandin.

Di tevahiya çalakiyê de, gelek kes serdana qada grevê kirin û hevgirtin nîşan dan. Di nav piştgiran de gelek sazî û kes cih girtin û di civînên yek bi yek ên bi çalakvanên greva birçîbûnê re hatin kirin peyama hevgirtinê hate dayin

Di roja dawî ya çalakiyê de belavok hatin belavkirin. Piştre bi dayina daxuyaniya çapemeniyê ya zimanê Îngilîzî çalakî bi dawî bû. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
"Çalakiya greva birçîbûnê ya ku me li dijî girtîgehên tîpa bîrê dabû destpêkirin, îro bi dawî dikin. Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li ser girtiyên şoreşger û siyasî bi dawî nabe. Em ê bibin dengê girtiyên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de cezayên tecrîdê li wan hatine birîn û têkoşîna wan di qada navneteweyî de berfireh bikin."

Komên hevgirtinê yên herêmî û navneteweyî piştgirî dan çalakiyê. Navenda Çanda Tohum, Navenda Civaka Kurd û Komîteya Hevgirtinê ya Filistînê ya Haringey û Tottenhamê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn û peyamên hevgirtinê dan.