Talana li Amazonan: Hikumet bi xwe di nav de ye

Li Brezîlya, ku salên dawî bi şewata mezin û birîna daristanan di rojevê de ye, Wezîrê Hawirdorê hate sûcdarkirin ku bi xwe ji talana hawirdorê berpirsyar e.

Li Brezîlyayê ku ji sê paran du parên Daristanên Amazonê lê ye, piştî ku Jaîr Bolsonaro sala 2018'an bû desthilatdar, şewata li daristanan zêde bû. Birîna daran jî di heman demê de gelekî zêde bû.

Te zanîn ku beşeke girîng a birîna darana bi qaçaxî, ji ber firotina neqanûnî ya ber bi Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye.

Li Brezîlyayê tê îdîakirin ku talana daristanan pêwendiya xwe bi Wezîrê Hawirdorê heye. Hate ragihandin ku ji ber berpirsyariya Wezîrê Hawirdorê Rîcardo Salles, polîsan lêgerîn kirine û li gelek buroyên wezaretê jî lêgerîn hatiye kirin.

Hate ragihandin ku ji dadgerên Dadgeha Bilind Alexandre de Moraes jî tevlî serdegirtinan bûye û nepenîtiya liser hesabên malî yên wezîr hatiye rakirin.

Talana li Amazonên li Brezîlyayê di navbera salên 2019 û 2020'î de bi rêjeya ji sedî 9.5'an zêde bûye. Her wiha her sal bi milyonan hektarî qada daristanî tune dibe. Tê texmînkirin ku her sal zêdeyî 8 hezar sewqiyatên qaçax ên daran ji Amazonan ber bi Ewropa û DYE'yê ve tê kirin.