Emisyonên CO2'yê 2021'an wê zêde bibin

Tê payin emisyonên CO2'yê yên têkilî enerjiyê sala 2021'an bi qasî 4,8 ji 100'î zêde bibin.

Saziya Enerjiyê ya Navetewî (UEK) diyar kir emisyonên gaza sereyê ya têkilî mezaxtin û hilberandina enerjiyê sala 2021'an wê zêde bibin, were asta bilind a beriya Covîd-19'ê. Tê diyarkirin ev rewş  bi daxwaza cîhanî ya bi enerjiyên fosîlan ve têkildar e.

Emisyonên CO2'yê sala 2020'an ji ber ku bi sedema tevdîrên Covîdê mana li malê 5,8 ji 100'î kêm bûbû lê tê payin ku ev sala 2021'an bi qasî 4,8 ji 100'î zêde bibe.

Piştî krîza darayî ya sala 2010'an tê gotin sala 2021'an ji aliyê emisyonan ve ku sedema germbûna cîhanî ye wê pir zêde bibe. Tê diyarkirin di serî de li wan welatên pêşketî daxwaza ji bor rijiyê û enerjiyên fosîlan sala 2021'an wê zêde bibe.

Li gorî UEK'ê daxwaza li rijiyê bi qasî 4,5 ji 100'î zêde bibe, ji asta 2019'an derbas bibe û bigihije asta sala 2014'an.