Ozel: Li hemberî siyaseta demokratîk şer îlan kirine

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bertek nîşanî binçavkirina şaredaran da û got, "Ji bo sindoqên dengdanê ji holê rakin prova dikin. Ev îlankirina şer ne tenê li dijî me ye, di heman demê de li dijî siyaseta demokratîk e jî."

OZGUR OZEL

Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHP’ê di bin serokatiya Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel de, piştî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar, Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhîttîn Bocek û Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere, li hev civiyan.

Ozgur Ozel piştî civîna ku bi qasî 4.5 saetan dom kir, daxuyanî da û got: "Em li welatekî ku desthilat hewl dide desthilata xwe biparêze û bi awayekî heta hilbijartinê hebûna xwe bidomîne û ya herî girîng desthilatek ku ji gel ditirse û ji sindoqên dengdanê dûr dikeve û wê veguherîne rejîmek zordar de dijîn. Îro em bi nûçeyek kesên ku wê dibihîzin bibêjin ewqas jî nabe re şiyar bûn. Çend kesan di nav vê desthilatê de, bi 3 dadwer, 3 dozger û 3 şahidên veşartî re 19’ê Adarê li dijî vî miletê şer îlan kirin. Ev îlankirina şer ne tenê li dijî me bû, di heman demê de li dijî siyaseta demokratîk jî bû. Bi rastî, hevgirtin û biryarên hevpar ên hemû partiyên li derveyî Cûmhûrê derket holê. Pir eşkere ye ku ew êdî naxwazin vî welatî bi razîbûna gel birêve bibin. Dixwazin sindoqên dengdanê ji holê rakin û provaya vê yekê dikin. Ew rêveberiyek otorîter bêyî sindoqên dengdanê li ser gel ferz dikin.

Çi dikare van hersê şaredaran, Ekrem û şaredarên Stenbolê bîne ba hev? Çawa dikare bibe? Serokê rêxistineke sûc heye. Navê wî Azîz Îhsan Aktaş e. Wekî ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê piştî operasyona Şaredariya Beşîktaşê ragihand ku kesekî bi navê Azîz Îhsan Aktaş heye û rêxistineke sûc ava kiriye. Tê îdiakirin ku ew bertîlan li şaredariyan belav dike. Û tê texmînkirin ku di hemû karên ku vî kesî kiriye de gumanbarî heye û heta niha li kîjan şaredariyên ku wî bi wan re bazirganî kiriye, li kîjan şaredariyên ku navê wî tê de derbas dike operasyon têne kirin. Ev Azîz Îhsan Aktaş ne îtîrafkar e, ew bêbext e.

Ji vir ez ji Recep Tayyîp Erdogan dipirsim... Ger tu evqas bi şeref, rûmet û exlaq î bersivê bide. Ez careke din dipirsim: Recep Tayyîp Erdogan, heman zilam ev wesayît ji bo şaredarê te kirî. Ger tu evqas bi şeref, rûmet û exlaq î, bersivê bide... Di navbera vê û hevalên ku îro hatine binçavkirin de bi qasî çiyayan cûdahî heye. Li vir delîl eşkere ye, îspat eşkere ye, îtîraf eşkere ye. Em, ji Peugeot Partnerek ku îspat nebûye, ji wesayîta hilbijartinê ku dest pê nebûye, şaredarê ciwan ê 32 salî girtî ye; şaredarê we bi plakaya ‘AK’ ya AK Partiyê digere. Ev ‘AK' a we ye, ma ev e wekhevî? Endamên Meclisa Şaredariya Ispartayê yên ku ev wesayît ji bo vî şaredarî kirî dibêjin 'Ma çi ye, wî îhale qezenc kir. Li şûna ku em bi pereyan bikirin, me wesayîya meqemê belaş stend'."